Tirkiye bertek nîşanî biryara Parlamentoya Ewropayê da

Tirkiye bertek nîşanî biryara Parlamentoya Ewropayê da

.

A+A-

Wezareta Derve ya Tirkiyê tometên Parlamentoya Ewropa bi encamdana binpêkirinan li Sûriyê red kir û got, operasyonên wê li Sûriyê bûne sedema vegera 420 hezar welatiyên wê.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, tohmetên ku Parlamentoya ewropa di derbarê Sûriyê de arasteyî Tirkiyê kirine dûrî rastiyê ne û tenê Tirkiyê ye ku bi milyonan welatiyên Sûriyê vehewandiye.

Tirkiyê dibêje operasyonên wê yên serbazî li bakurê Sûriyê li gorî madeya 51 ya netewyên Yekbûyî pêk hatine û ji bo berevaniyê bûye.

Wezareta derve ya Tirkiyê got jî, piştî operasyonên wê li bakurê Sûriyê 420 hezar penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê û daxwaz ji ewropa kir ji metirsiyên Tirkiyê fêm bike.

Di Lijneya giştî ya Parlamentoya Ewropayê de ku Tirkiyê wek dagirker binav kiribû wiha hatibû gotin.

“Tirkiye, axa ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dabû, di Cotmeha 2019an de tevî dagirkirinê, li dijî hiqûqa navdewletî ji bo ku êrişî deverên bakurê welêt bike, ku bi piraniya wê  ji warên niştecihên kurdên Sûriyê pêk tê, ji 2016an vir de raste rast destwerdana Sûriyê dike. Ji ber van çalakiyê Tirkiyê hinek endamên Yekîtiya Ewropayê firotina çekan bo Tirkiyê bi fermî dane sekinandin.”

Herwiha di biryarê de agahiyên derbarê ku Tirkiyê leşkerên kirêgirtî yên ku şandine Karabaxê jî hene.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin