Tirk û Ermenî li ser axa Kurdistanê li hev ketine

Tirk û Ermenî li ser axa Kurdistanê li hev ketine

Bêjerê televîzyoneke Ermenistanê, beşeke zêde ya Bakurê Kurdistanê weke ‘Ermenistana Rojava’ bi nav kir û got ku ew dever ji alîyê Tirkîyê ve hatîye dagîrkirin û “zû an dereng dê li Ermenîyên ku xwedîyên wê yên rasteqîn in, bê vegerandin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nîqaşa berpirsên Tirk û Ermenî li ser beşek ji xaka Kurdistanê berdewam e. Bêjerê televîzyona bi navê, ‘Western Armenîa’ bersiveke tund da parlamenterê berê yê MHPê Sînan Ogan ku bi sivikatî û rexneyî gotibû, “Ew ên ku Qerebax dagîr kirine û çav berdane Îdirê, xuya ye ku zû jibîr kirine ka guhên Andranîkan çawa hatine birîn.”

Bêjerê ku weşana xwe bi zimanê Tirkî kir, bajarên weke Bedlîs, Mûş, Wan, Mêrdîn, Îdîr, Edene, Trabzon û Rîze weke ‘Ermenistana Rojava’ bi nav dike û dibêje ku ew jî matmayî maye ku navên hin cihan hê jî bi Ermenî ne.

Bêjerê Ermenî got, “Helbet dîrok bêsînorîya bêşermîya Tirkîyê dizane” û ew gotinên wî parlamenterê MHPê weke îspatek bo “agahdarîya wan ji bo nêzîkbûna qerebûyê” pênase kir.

Di dewama rexne û gotinên xwe yên tund de bêjerê Ermenî îddîa kir, “Ermenistana Rojava ku sala 1920an weke dewleteke serbixwe û serwer hatibû ragihandin, niha ji alîyê Tirkîyê ve hatîye dagîrkirin û zû an dereng dê li Ermenîyan ku xwedîyên wê yên rasteqînin bê vegerandin.”

Bêjerê Ermenî amaje bi komkujîya li dijî Ermenîyan dike û dibêje di navbera salên 1894 û 1923an de hikûmetên Tirkî, ne tenê li Ermenistana Rojava li Kîlîkya, Artsakh û Bakuyê jî planek ji bo jinavbirina Ermenîyan amade kirin û pêk anîn û dîyar kir, “Zêdetirî 2 milyon Ermenî bûn qurbanîyên vê plana cînosaydê.”

Derbarê nivîsa wî parlamenterê MHPê de jî bêjerê kenala, ‘Western Armanîa’ got, “Gelê Ermenî li Artsakhê mafên xwe paş ve vegerandin û gava piştî wê jî rizgarkirina Ermenistana Rojava ye. Ti bijardeyeke din tune ye.”

Li ser gotina ‘birîna guhên Andranîkan’ wî bêjerî dîyar kir, “Qehremenîya Tirkan, îşkenceya li dijî sivîlan e (guhên wan Ermenîyên ku hatibûn kuştin hatibûn birîn), kuştina efserê Ermenî yê razayî bi bivir û qaşo ‘qehremanîyên’ din.”

Bêjerê Ermenî gotinên xwe wiha domandin, “Artsakh û Nahcivan jî di nav de her metre çargoşeya Ermenistana Rojava, Ermenistan e û dawî. Gotineke dawîyê; bibîrxistina gotina helbestvanê Ermenî yê mezin  Hovhannes Tumanyan dê guncaw be; Mirovxwerên devbixwîn, di hezar salan de tenê karîn bibin kujer...”

Ev nîqaş di demekê de ye, Ermenî beşeke zêde ya xaka Bakurê Kurdistanê ku niha li jêr destê Tirkîyê ye, weke axa xwe dibînîn û wan navçeyên Kurdistanê di nexşeyên ku amade kirine de weke, ‘Ermenistana Rojava’ nîşan didin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin