
Tirîfe Ezîz: Divê Amerîka bi lez sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê
.
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Tirîfe Ezîzê li ser mijara ku Amerîka sîstema parastina asmanî bide Herêma Kurdistanê got, “Bi rastî pêwîstî bi lezandina şandina van çekan a ji bo Herêma Kurdistanê dike.”
Tirîfe Ezîzê ragihand ku di navbera Kurdistan û Amerîkayê de hevbeşiyeke kevnar heye û got:
“Yek ji armancên sereke yên vê îdareya Serok Trump ên li Rojhilata Navîn aştî û aramî ye lê berfirehkirina pêwendiyên aborî jî dixwaze. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwedî heman daxwazê ye.”
Tirîfeyê li ser pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê jî got:
“Bi taybetî em dibêjin ku Kurdistan hevpeymana herî bawerpêkirî û ceribandî ya Amerîkayê ye û em dê di salên bê de jî wisa berdewam bikin.”
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Tirîfe Ezîz li ser mijarên li rojevê ji Rûdawê re axivî:
Rûdaw: Amerîka demeke dirêj e dibêje ku ew pêbendî Kurdistaneke bihêz a di çarçoveya Îraqa yekgirtî de ye. Dema ku Amerîka mezintirîn konsulxaneya xwe ya cîhanê li Hewlêrê vedike, ev ji bo pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Washingtonê tê çi wateyê?
Tirîfe Ezîz: Destpêkê spas ji bo mazûvaniya we. Ez bawer im ev rengvedaneke xurt û zelal a hevparîya demdirêj a di navbera Kurdistan û Amerîkayê de ye. Dîroka vê pêwendiyê vedigere dehsalên hevparîya stratejîk û di van salan de gelek serkeftin bi dest xistine.
Bi dîtina min vekirina mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê ya cîhanê li Hewlêrê, nîşaneya bihêzbûna wê pêwendiyê ye, her wiha nîşaneya baweriyê ye bi wê pêwendiya ku di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de heye. Bi taybetî em dibêjin ku Kurdistan hevpeymana herî bawerpêkirî û ceribandî ya Amerîkayê ye û em dê di salên bê de jî wisa berdewam bikin. Em bi kelecan li benda vekirina wê ne ku çend rojên din e.
Rûdaw: Gelo hûn bandora vekirina avahiya nû ya konsulxaneya li Hewlêrê li ser pêwendiyên aborî û ewlehiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê û Hewlêr û Washingtonê de çawa dibînin? Wekî hûn dizanin di navbera van her du hikûmetan de gelek nakokî hene. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bexda û Amerîka demeke dirêj e mijûlî van mijaran in. Hûn bandora vê yekê li ser van pêwendiyan çawa dibînin?
Tirîfe Ezîz: Ez bawer im yek ji armancên sereke yên vê îdareyê di serdema Serok Trump de aştî û aramiya li Rojhilata Navîn e lê di heman demê de bipêşxistina aboriyê ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li gel vê armancê ye. Em ji destpêka îsal ve li ser berfirehkirina pêwendiyên xwe û xurtkirina hevparîya aborî, bi taybetî jî veberhênana Amerîkayê ya li herêmê dixebitin.
Me bi serdana Serokwezîr Rêzdar Mesrûr Barzanî ya li Washingtonê dest bi salê kir û me li wir bi kompanyayên Amerîkayê re peymanên bi bihayê milyaran dolaran îmze kirin. Piştî wê du şandeyên bazirganî yên pilebilind ên Amerîkayê hatin.
Îsal cara ewil me şandeyeke bazirganiyê dît ku Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê piştgiriya wê dikir û herî dawî, hefteyek berê Encumena Karsaziyê ya Amerîka-Kurdistanê hebû.
Loma ev mijar ne tenê ji bo me, ji bo hikûmeta Amerîkayê jî pêşaniyeke sereke ye. Berfirehkirin bi zelalî ne tenê bi Kurdistanê ve sînordar e. Gelek kompanya hene ku dixwazin li Bexdayê jî kar bikin û em bawer in ku serbixwebûna aborî ya zêdetir, berfirehbûna aborî û veberhênana zêdetir ji bo tevahiya welêt, hem li Îraqê û hem jî li Herêma Kurdistanê baştir e.
Rûdaw: We behs kir ku pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Washingtonê pêwendiyên demdirêj û dîrokî ne û Amerîka pêbendî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ne tenê di warê aborî de, di warê ewlehiyê de jî. We bi hev re şerê DAIŞê kir. Niha berfirehbûna hebûna dîplomatîk li Herêma Kurdistanê dê çawa rengvedana xwe bide ser hevkariya aborî û ewlehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Washingtonê?
Tirîfe Ezîz: Ez bawer im planên baş ji bo wê berfirehkirinê hene. Bi zelalî di warê ewlehiyê de, ev mijar girîng dimîne. Em hîn jî li bendê ne ku hikûmeta Amerîkayê alavên dijî dronan (anti-drone) bide Herêma Kurdistanê. Ev alavên parastinê dê alîkariya me bikin ku em herêma xwe ji êrişan biparêzin -wekî ku me vê dawiyê dît- û her wiha dê bibin sedema kêmkirina aloziyan li herêmê.
Her çend ewlehî wekî pêşaniyeke sereke bimîne jî ez bawer im pêwendiyên aborî yên bi Amerîka û hevparên navneteweyî re ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşaniyeke serekî ye.
Rûdaw: Min dixwest ez li ser êrişa bi dronê ya li ser Kormorê bipirsim ku yek ji mezintirîn qadên gazê ye li Herêma Kurdistanê. Me ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bihîst ku bang li Amerîkayê kir ku amûrên pêwîst bidin wan da ku jêrxana xwe ya sivîl biparêzin. Ez bawer im hêjayî bibîrxistinê ye ku di Yasaya Destûra Parastina Niştimanî ya Amerîkayê (NDAA) ya sala 2024an de madeyek hebû ku Wezareta Parastinê -niha Wezareta Şer- pêbend dikir ku mûşekên dijî asmanî yan sîstema dijî dronan bide Kurdistanê. Çima ev yek heta niha pêk nehatiye?
Tirîfe Ezîz: Belê, ez dikarim bibêjim ku hikûmet li ser wê erkdariya ku di NDAAyê de heye kar dike, wekî ku we behs kir. Ez dizanim ku hem Wezareta Karên Derve û hem jî Wezareta Şer niha li ser vê pêvajoyê dixebitin. Ji ber sedemên cuda bi paş ket lê belê ez bawer im êrişên berdewam û pêşketîbûna van êrişên li ser Herêma Kurdistanê yên vê dawiyê, her wiha yên havînê ku tê de êrişî fîrmayên Amerîkayê û kompanyayên enerjiyê hatibû kirin, bi rastî pêwîstî bi lezandina şandina van çekan a ji bo Herêma Kurdistanê dike.
Ev tiştê ku em dê bikin e, em pir bi dijwarî kar dikin û bang li Amerîkayê dikin û wan teşwîq dikin. Ez bawer im hikûmeta Amerîkayê rewşê fêm dike û dixwaze alîkar be û ez dizanim ku ew pêvajo berdewam dike.
Rûdaw: Îraq û Herêma Kurdistanê dîsa ketin rojeva Washingtonê. Me dît ku Mark Savaya ji aliyê Serok Trump ve wekî nûnerê taybet ê Îraqê hat tayînkirin û ew amadehiya serdana herêmê dike. Gelo hûn difikirin ku hebûna nûnerê taybet ê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dê bibe sedema bandoreke zêdetir a Amerîkayê li Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe di vê sehneyê de çawa dibîne?
Tirîfe Ezîz: Belê, ez bawer im tayînkirina nûnerê Amerîkayê ji aliyê Serok Trump ve bipêşketineke gelekî erênî ye. Ev tê wê wateyê ku bala li ser vê herêmê ji bo Serok girîng e, ez bawer im ev peyameke zelal e. Em bi dilgermî li benda karkirina bi Birêz Savaya re ne. Gelek dostên wî li Kurdistanê hene û em li benda serdana wî ya nêzîk a herêmê ne.
Bi dîtina min ew li ser medyaya civakî derbarê helwesta Amerîkayê ya li hemberî aktorên nedewletî (non-state actors) û mîlîsan gelekî zelal bûye ku bi rastî nabe ew li derveyî dewletê kar bikin. Ev tiştek e ku em jî pê re hevnêrîn in û em gelekî hêvîdar in ku bi alîkariya hikûmeta Amerîkayê vê yekê bikin rastî.
Ez bawer im ev peyam ji bo hikûmeta Bexdayê û hikûmeta federal gelekî zelal e ku di paşerojê de, bi taybetî niha piştî temambûna van hilbijartinên serkeftî yên Parlamentoya Îraqê û gotûbêjên berdewam ên li ser pêkanîna hikûmetê, bêçekkirina van akotorên nedewletî yên ku dibin sedema têkdan, nakokî û tundiyê li herêmê, dê bibe mijareke sereke ya pêşaniyê.
Rûdaw: Amerîka nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Herêma Kurdistanê berfireh dike. Gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê pêngaveke beramber li vir li Washingtonê biavêje, hûn dê nûnertiya xwe ya li vir li Washingtonê berfireh bikin?
Tirîfe Ezîz: Em pir dixebitin da ku tevlîbûn, hevkarî û pêwendiyên xwe berfireh bikin, ne tenê bi hikûmeta Amerîkayê re, her wiha bi endamên Kongreyê, bi civakên navendên lêkolînê (think tank), şêwirmendên siyasetê, kompanyayên Amerîkî, veberhêner û yên wekî wan re.
Loma ji bo min û ofîsa min a li vir li Washingtonê berdewamkirina wê berfirehkirinê pêşaniyek e. Ez bawer im bi rêya serdanên berdewam, hem ên serkirdayetiya Kurd ji bo Washingtonê û hem jî yên rayedarên Amerîkî û endamên Kongreyê ji bo Kurdistanê, em dikarin bigihîjin wê pêwendiya nêzîk û bihêztir.
Rûdaw: Ez dê pirsa xwe ya dawî bikim, dema hûn li paşerojê dinêrin, hûn li benda bipêşketina kîjan waran in di pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Washingtonê de, gelo warekî taybet heye ku hûn dixwazin xurt bikin?
Tirîfe Ezîz: Belê, ez bawer im, wekî ku min berê jî got, em pir balê dikişînin ser û xurtkirin û berfirehkirina hevparîya me ya aborî pêşaniyek e. Hikûmeta Amerîkayê jî di vê mijarê de pir hevnêrîn e, bi taybetî bi vê îdareya Trump re. Loma em dê di sala bê de vê yekê bidomînin.
Lê belê ez bi rastî bawer im ku divê em bala xwe bidin ser ewlehî û parastina Kurdistanê û şiyana xweparastinê û ev jî pêwîstî bi wê yekê heye ku sîstema dijî dronan û alavên parastinê li cem me hebin. Loma di pêwendiyên me yên bi Kongreyê û versiyona nû ya NDAAyê de dê ev mijar pêşaniyek be.
Em dê berdewam bikin ku çi qasî ji destê me tê xelkê bînin Kurdistanê, ji ber ku ez bawer im yek ji hewlên herî bibandor ku em dikarin bikin ew e ku xelk bi xwe biçin, bibînin û şahidî li hemû bipêşketinan û her wiha hemû astengiyên me bikin. Da ku dema vegeriyan Washingtonê, baş agahdar bin bê ka dê çawa piştgirî û alîkariya me bikin.
Rûdaw: Gelekî spas Nûner Tirîfe Ezîz ku bi me re bûn.
Tirîfe Ezîz: Ez gelekî spas dikim.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin