TIHV: Li 11 bajar û 51 navçeyan 381 caran qedexe hatîye îlankirin

TIHV: Li 11 bajar û 51 navçeyan 381 caran qedexe hatîye îlankirin

Weqfa Mafên Mirovan raporek weşandîye û eşkere kirîye ku di pênc salên dawîyê de li 11 bajar û 51 navçeyan 381 caran qedexeya derketina derve hatîye îlankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Weqfa Mafên Mirovan raporek weşandîye û eşkere kirîye ku di pênc salên dawîyê de li 11 bajar û 51 navçeyan 381 caran qedexeya derketina derve hatîye îlankirin.

Li Amedê 214 caran, li Mêrdînê 60 caran, li Colemêrgê 23 caran, li Şirnexê 13 caran, li Bitlîsê 29 caran, li Muşê 7 caran, li Çewligê 7 caran, li Dêrsimê 6 caran,  li Êlihê  6 caran, li Elezîzê 2 caran û li Sêrtê 14 caran derketina derve hatîye qedexekirin.

 

4-048.jpg

 

“Binpêkirina mafê jîyanê”

Li gor raporeka Komeleya Mafên mirovan: di sala 2016ê de 594 kes hatine kuştin, 53 ji wan zarok in. 35 kes li girtîgehan û 6 kes di dema desteserkirinê de hatine kuştin.

246 kes di Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê de hatine kuştin.

Rêxistinan bi êrîşên li ser warên jîyanê 316 kes kuştine, 121 ji wan leşker û polîs bûn.

Di şerî de 629 leşker û polîs mirine, 1003 çekdar û 37 sivîl mirine.

Bi teqîna mayin û teqemenîyên bêxwedî 21 kes mirine, 14 ji wan zarok in.

Bandor li Milyonek û 809 kesan bûye

"Ji berîya qedexe bê îlankirin li gor serjimara 2014ê li cihên qedexe hatî îlankirin Milyonek û 809 kes dijîyan. Ev mafên wan hatine binpêkirin: Azadî, mafê ewlehîyê, azadîya dînî, mafê rêza li jîyanê." 

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin