The National Interest: Biden ji bo Kurdan baştirîn Serokê Amerîka dibe

The National Interest: Biden ji bo Kurdan baştirîn Serokê Amerîka dibe

Malpera kovara “The National Interest” ya Amerîkî babetên bi navnîşana “Joe Biden, dibê yekem Serokê Amerîka ku zêdetir piştevanîya Kurd bike” belav kirîye

A+A-

 

Malpera kovara “The National Interest” ya Amerîkî babetên bi navnîşana “Joe Biden, dibê yekem Serokê Amerîka ku zêdetir piştevanîya Kurd bike” belav kirîye û balkişandîye li ser wê yekê ku Joe Biden bi tevahî dijî Enqere û Bexdayê kar dike, bo ku Kurdan bi parastî bihêlê û wê axaftinê bi tevahî red bike ku herdem Kurd dibêjin û behsa ewe dikin ku “tenê çîya piştevanê Kurdin”

Kovar nivîsîye li gor wan axaftinên ku Bolton li pirtûka xwe de nivîsîye, Trump gelek dijî Kurd bûye û du car jî biryara vekişana hêzên Amerîka li Bakurê Rojhilata Sûrîyê daye ku bi wê sedemê ketine ber êrîşa hêzên tirkîye û zîyaneke mezin li ber wan ket. Ev biryara Trump jî bi tevahî Amerîkîyan aciz kir û nerazîbûn û dilgiranîyeke zêde li beranber Trump û Hikûmeta wî nîşandan.

Li gor rapirsî û pîvanên ku li Amerîka di derbarê bernameya sîyaseta derveya Amerîka ji alîyê Biden berbijêrê demokratan û Trump berbijêrê komarîyan li nav welatîyên Amerîka hatîye encamdan û derketîye ku Biden yekem Serokê Amerîka dibê ku li sîyaseta derveyê Amerîka zêdetir piştevanîyê li Kurdan dike û ji wê dema Serokê Lîjneya Peywendîyên Derveyê Encûmena Pîran û Cîgirê Serokê Amerîka jî bû Biden girîngîyeke zêde bi Kurdan daye. Bi taybetî jî ji bo Kurdên Iraqê, li dema Cîgirê Serokê Amerîka jî bu 24 car serdana Başûrê Kurdistanê kirîye û peywendîyeke gelek baş jî li gel serkirdeyên Kurd heye. Ji bo wê yekê hebûna Biden bi Serokê Amerîka ji bo Kurdan gelek girîng û bi bandor dibê.

Kurdan ji bilî wê yekê li Iraqê cureyeke bi xwe birêveberîya wan heye, lê belê berdewam kêşeyên kûr li gel Bexda heye. Li Sûrîye û tirkîye jî nakokî û gengeşeyên kûr dane li gel Hikûmeta Enqere û çendîn sale şer û nakokî û wêranî li navbera her du alîyan de heye. Ji bilî wê yekê Biden li axaftina xwe de dûpat li sîyaseta Amerîka kirîye û PKK bi “rêxistineke terorîstî asayî” bi navkirîye, nekî metirsîdar û polênkirina wekî rêxistineke terorîstî DAİŞ, lê belê tenê bi kêmtir behskirina PKK ji rêxistineke terorîstî DAİŞ, Erdogan û tirkîye gelek aciz kirîye û medyayên ser bi Erdogan û partîya wî dest bi helmeteke mezin ya dijî Biden kirine.

Erdogan û partî û hikûmeta wî dehan tometên cûda ji bo Biden peyda kirine. Ji ber axaftinên wî yên vê dawîyê ya li piştevanîkirina Kurdan û hewldana ya li rêya yekxistina rêzên Kurd û piştevanîkirina partîyên rikeberên Erdogan ya ji bo dûr xistina Receb Teyîb Erdogan ji Serokayetîya tirkîye. Ev helmeta saxtekarîya ku medyayên tirkîye dest dane dijî Biden, belgeya eweye ku li egera hebûna Biden bi Serokê Amerîka, guhertineke mezin li ser sîyaseta derveya Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka beranber tirkîye û Rojhilata Navîn pêktê.

Jonathan Guyer lêkolînerê ji Navenda The American Prospect li vî derbarî de rexne li Biden digre û dibêje: Pêwîste sîyaseta derveya Amerîka li ser wê stratejîyê biçe ku Encûmena Asayîşa Neteweyî dadîtin. Bi piştrastîyê ve girîngîdana Kurdan û parastina wan karekî başe, lê belê bigihe wê astê ku tirkîye û Sûrîye û Îranê bike dijminê dijwarê Amerîka, renge li paşerojê de kêşe ji bo Amerîka li navçeyê de pêkbîne. Ji bilî wê yekê ku kêşeya wan gelan li ku navçeyê hene li gel Kurdan gelek kevnare, ji bo wê yekê pêwîste Amerîka hevsengîyê li navbera wan da rabigrê.

Heta niha 24 car serdana Herêma Kurdistan û Iraqê kirîye

Li gor wan zanyarîyên ku kovar belav kirîye, yek ji wan sedemên li 2003 ku wiha li Biden kirîye deng ji bo weşandina gurza serbazî li rejîma Seddam bê dayîn, girîngîdana wî ya bi Kurdan bûye û hewldana wî ewe bûye ji bo parastina wan ji komkujîya zêdetir ku ji alîyê partîya Be’es ve dijî Kurdên Iraqê hatîye encamdan û di dema li nava Encûmena Pîran jî ew bi dengê bilind ve got, Seddam bi awayeke wehşîyane komkujîya xelkê sivîl dike, Kurd baştirîn mînakin ku bûne qurbanê destê wê rejîma dîktator û pêwîste dawîyê li wî bînin. Ji bilî wê jî Biden wê demê hişyarîyê daye ku pêwîste piştî rûxana Sedam jî Kurdan biparêzîn. Ji ber ku metirsî heye dema Kurd dest li ser kêlgehên neftê bigrin, tirkîye êrîşî wan bike û wê yekê qebûl neke û hemû şîyanên xwe ve ji bo rêgirîkirina li dirustbûna dewleta Kurdî bigre.

Biden cara yekem li 2002 serdana Başûrê Kurdistanê kirîye li wê dema ku Senator bû û li gel Jack Hagel çûne Hewlêr û li Parlemena Kurdistanê axaft û dûpat li wê yekê kir ku Kurdistan wekî Polonyaya Rojhilata Navîne û sozê da wan ku Amerîka piştevanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û êdî ne bi tenê çîya piştevan û dostê we ne.

Ji bilî wê jî Biden li 2007 projeya dabeşkirina Iraqê ya li ser sê Herêman xisterû û bi tundî jî piştevanîyê lê kir û dûpat kir ku eve bi rasttirîn plane ji bo rewşa niha ya Iraqê. Ji bo wê yekê ku rêgirîyê li pevçûn û alozî û tundutîyan bê kirin, ji ber ku Kurd nikarin destberdarê wan mafan bibin ku li serdema şerê duyemê Kendavê ve bi dest xistine.

Li van dehsalên derbasbûyî piştevaneke tund ya mafên Kurdan bûye

Piştî bûna bi Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka, Barack Obamayê Serok dosyeya Iraqê bi tevahî radestî Joe Biden kirîye û ewî jî heftane guftûgoyê li gel serkirdeyên sîyasîyên Iraqê kirîye û gelek pêwîst buye bi rewşa Iraqê ve, herdem jî peywendîyên li gel Nûrî Malîkî Serok Wezîrê wê demê yê Iraqê li alozîyê da buye.

Di derbarê peywendîyên wî yên li gel Kurdan, kovar nivîsîye, dostayetîyeke gelek baş li gel Celal Talebanî Serok Komarê berê yê Iraqê û Mesûd Barzanî Serokê berê yê Herêma Kurdistanê hebu. Lê belê bihêztirîn peywendîya wî li gel Mesûd Barzanî heye ku dîroka dostayetîya wan vedigere heta 20 sal berê. Ben Rodis Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka li serdema Obama de dibêje: Biden hindî peywendîyeke bi hêz û nêzîk li gel Barzanî hebû, navên hemû nevîyên Barzanî jî dizanî.

Piştî êrîşa DAİŞ ya li ser Herêma Kurdistanê, Biden pêdagirîyeke zêde li ser şandina hêzên Amerîka ji bo Hewlêrê kirîye û bikaranîna firokeyên cengîyên Amerîka ya ji bo parastina Hewlêrê jî kirîye. Ji wê demê ve peywendîyên serbazîyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê pêşveçûneke gelek mezin bi xwe ve dîtîye. Her wiha li rêya Herêma Kurdistanê ve Amerîka hevkarî û alîkarîyê gihande Kurdên Sûrîye jî heta ku bi hemamehengî li gel navenda Operasyonên li Hewlêrê ya li şerê dijî DAİŞ de berfirehtir bê kirin.

Ji bilî wê peywendîya bihêz ya li gel Barzanî, lê belê Biden di dema referandumê nîgeran bû û daxwaz dikir ku peywendîyên Hewlêr û Bexda pêdaçûnek li ser bê kirin û hengavên girîng û stratejî li ber bigrin ji bo aramîya sîyasî û asayîş û aborîya li navbera her du alîyan de. Heman demê de tirkîye guvaşeke zêde kiribu, heta hêzên YPG bi “terorîst” bêne nasandin, lê belê Biden bi tundî eve red kir.

Baz Ehmed- Rojeva Kurd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin