Termên her 5 kolberên Urmiyê hatin dîtin

Termên her 5 kolberên Urmiyê hatin dîtin

.

A+A-

Termên her pênc kolberên Kurd ên ji devera Soma ya Urmiyê ku heftiyek berî niha li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ketibûn bin reniya berfê (aşûtê) hatin dîtin.

Çavkaniyekî taybet ji gundê Koranê yê ser bi devera Soma ya Urmiyê ji Rûdawê re ragihand, piştî derbasbûna heftiyekê bi ser bûyera aşûta li ser sînorê Urmiye-Wanê ku di encamê de 5 kolberên ji gundê Koranê ketibûn bin aşûtê, û piştî ku aliyên peywendîdar ên Îranê û Tirkiyê hewlên ciddî bo dîtina wan kesan nedan, “îro grûpeke zêdetir ji 100 kesan ji xelkê gund sînor derbas kirin û ji bo dîtina wan pênc kesan dest bi lêgerînê kirin.”

Heman çavkaniyê ku nexwest navê were aşkerekirin, diyar kir, “heta danê piştî nîvro termên sê ji kolberan bi navê Ewlayî Xudayî kurê Hetem, Firat Xudayî kurê Xorşîd û Metîn Eslanî kurê Osman ji aliyê xelkê gund bi xwe ve li geliyekî ser sînor hatin dîtin.”

Li gor agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî din bi dest xistiye, termên herdu kolberên din Bîlen Ehmedî û Yawer Eslanî jî êvara îro hatine dîtin.

Qaymeqamê Urmiyê jî doh serdana gundê Koranê kiribû û soz dabû gundiyan ku ew dê hemû hewlên xwe bo dîtina her pênc kolberan bidin û ji bo wê yekê jî bi berpirsên Tirkiyê re di nava têkiliyan de ne.

Bi gotina heman çavkaniyê, xelkê gund li benda sozên berpirsan neman û îro bi xwe ê bêyî destûra ti aliyekê sînor derbas kirin. Wî herwiha diyar kir, “dayika Bîlen Ehmedî ji ber ku ji hewldanên aliyên fermî bê hêvî bûbû, doh bi tena serê xwe sînor derbas kir û xwe gihandibû aliyê Bakurê Kurdistanê.”

Roja 18ê vê mehê hejmarek kolberên Kurd ên ji gundê Koran a ser bi devera Soma ya Urmiye li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ketibûn bin aşûtê.
 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin