Termê xortê Duhokî ku li Gare hatibû kuştin radestî malbata wî kirin

Termê xortê Duhokî ku li Gare hatibû kuştin radestî malbata wî kirin

.

A+A-

Malbata Cotyar Muhsînê ku bi tometa sîxuriyê ji aliyê PKK ve hatibû girtin û di operasyona Gare de canê xwe ji dest da, îro cenazeyê wî radestî malbata wî kirin û ji Meletî tînin Herêma Kurdistanê.

Hêzên parastina Gel (HPG)  xortekî 29 salî yê Amêdiyê yê bi navê Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye, girtibû hat ragihandin ku di operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser gerîllayên PKKê li Çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye.

Li ser vê yekê malbata Cotyar Musîn ji bo ku cenazeyê kurê xwe wergirin çûbûn Meletê ya Bakurê Kurdistanê.

Muhsîn Siyare, bavê Cotyar Muhsîn ji Rûdawê re got “Şeva borî em gihîştin Meletê û me li ser cesed lêkolîn kir, ji ber ku em bi guman bûn ji bo kurê xwe. Bi guleyek hatibû kuştin. Berê jî me teşta DNA kiribû, niha jî em ji sedî sed bawerin ku ew kurê me ye.”

Muhsîn Siyare ragihand ku piştî proseya karên fermî ew ê cenaze bînin Duhokê û lê wê derê bisipêrên axê û got “ Kurê min hê pir ciwan bû, xwedê mafê wî bistîne, ji ber ku me zilmeke mezîn dît.”

HPG bi hinceta sîxurîkirina bo MÎTa Tirkiyê,  xortekî Amêdiyê yê bi navê Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye, 29ê Çileya 2020an girtibû.

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku  Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şerê Gare de dibêje tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin.

Di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.

Herwiha pêştir Dayika Cotyar, Leylîxan Mihemed bi rêya Rûdawê daxwaza berdana kurê xwe ji PKKê kiribû û gotibû: “Ez hêvî dikim ji PKKê ku kurê min berde. Hêvî û ricayê dikim ku kurê min berdin. Kurê min çi nekiriye, wellehî bi hîle ew birine. Jê re gotine, were em dê biçin geştê û bi hîle birine. Bi vê pîlanê kurê min ê biçûk birine.”

Bavê Cotyar, Mushin Hisên ji Rûdawê re ragihandibû: “Roja 29ê meha yekê (sala 2020), telefonek jê re hatiye û gotiye ez doktor im û were em biçin geştê bo nav berfê. Paşê derketiye ku PKKê ew desteser kiriye. Em nizanin guneha wî jî çi ye. Paşê bi rêya kanalên taybet ji me re gotin, ku ew li cem me ye û hatiye desteserkirin, em lidûvçûnan dikin û di nava 2-3 rojan de em dê berdin. Ew bû 97-98 roj ku hatiye desteserkirin. Em daxwaza azadkirina wî dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin