Tenê 40 – 50 welatiyên kurd li Serêkaniyê mane

Tenê 40 – 50 welatiyên kurd li Serêkaniyê mane

.

A+A-

Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê nêzî pênc sal in, di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar de ye.

Ev herêma ku nîvê xelkê wê kurd bûn, niha 40-50 kesên kurd tenê lê mane û ev jî piranî kal û pîrin.

Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê, 9 Cotmeha sala 2019an êriş birin ser herêma Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdisanê û piştî şerê dijwar yê salekê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, di 20 Cotmehê de ji aliyê Tirkiyê û çekdaran ve hate kontrolkirin.

Ji wê çaxê û heta niha, li herêmê çi dibe gelek kes nizanin. Li gorî amarên ku Kanal8ê bi dest xistine rewşa vê herêmê bi temamî hatiye guhertin.

Binpêkirinên ku ne kêmî binpêkirinên li Efrînê ne li Serêkaniyê jî pêk tên. lê li gorî Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman ku ew jî bi xwe ji Serêkaniyê koçber bûye, ji ber ku kurd li Serêkaniyê gelekî kêm mane, ew nikarin xwe bighînin amarên binpêkirinên ku çekdar li wir dikin.

Ebdulhelîm Silêman: Tenê 40 – 50 welatiyên kurd li Serêkaniyê mane

Ebdulhelîm Silêman da zanîn ku tenê 40 – 50 kesên kurd ku ew jî kal û pîrin li Serêkaniyê mane, her wiha diyar kir, çekdaran dest bi ser mal û milkên kurdan de girtine û malbatên xwe di malên kurdan de bi cih kirine.

kanal8ê amarên gelekî girîng yên derbarê binpêkirinên çekdaran li Serêkaniyê ji Rêxistina Tazûr ya rewşa Serêkaniyê dişopîne bi dest xist.

Rêxistina Tazûr:  %85 ji welatiyên Serêkaniyê hatiye koçberkirin

Li gorî kordînatorê Rêxistinê Orhan Kemal ku ew jî bi xwe ji Serêkaniyê ye û koçber bûye, %85ê xelkê resen yê Serêkaniyê hatiye koçberkirin û got, berê rêjeya kurdan li Serêkaniyê %45 anku 70 hezar bû, lê niha tenê 45 kesên kurd li wir mane.

Orhan Kemal da zanîn, wan ji dema kontrolkirina Serêkaniyê û heta niha 634 rewşên girtinê belgekirine ji wan 76 jin in û 57 zarok in.

Tirkiyê, Rûsiya û Îranê di encama lihevkirinên Asîtana de gelek malbat ji Humis, Dîmeşq û Derayê anîn Bakûrê Sûriyê û beşek wan li Serêkaniyê bicih kirin.

Rêxistina Tazûr: Çekdaran dest bi ser 5650 malan de girtine

Di vê derbarê de Orhan Kemal diyar kir, Tirkiyê û çekdaran 5 hezar û 650 mal û 1200 navendên bazirganiyê destser kirine û dane çekdaran û malbatên wan.

Kordînatorê Rêxistina destnîşan kir, dibe ku binpêkirinên li Serêkaniyên ji hijamarên ku bi wan re hatine parvekirine zêdetir bin, lê amareke zelal li ber destê wan nîne.

Li gorî agahiyan bi hezaran çekdar li Serêkaniyê hene ku bi çekên xwe li nava gund û bajarokên Serêkaniyê de tevdigerin, hevdem êrîşî deverên derdor yên di destê  HSDê de weke Til Temir û Zirgan jî dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin