Tanrikulu: Bi rêya qeyûman nûnertiya gelê Kurd asteng dikin

Tanrikulu: Bi rêya qeyûman nûnertiya gelê Kurd asteng dikin

.

A+A-

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu got, “Desthilata AK Partiyê bi rêya qeyûman dest datîne ser nûnertiya gelê Kurd.”

Sezgîn Tanrikulu li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêşniyara HEDEPê ya derbarê qeyûman de axivî.

Tanrikulu di axaftina xwe de ji ber danîna qeyûman rexneyên tund li AK Partiyê girtin û got, qeyûm gendelî û talanê dikin.

Bi rêya qeyûman nûnertiya gelê Kurd asteng dikin”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu wiha axivî:

“Qeyûm kiryareke Partiya Dad û Geşepêdanê ye ku ji pêşerojê wergirtiye û navê wê guhertiye.

Ev kiryar bi awayekî rasterast rêgirtin e li nûnertiya kesên ku xwe di nav vê komarê de wekî Kurd pênase dikin.

Ez dikarim ji we re behs bikim ku kîjan parêzgarî û qeyûmî li ku derê xeletî kiriye.

Eger hûn piştî hilbijartinê vê rêya nûnertiyê asteng bikin, hûn dê wiha bikin ku mirov rêyên din ji xwe re rewa bibînin.

Em çima niha van tiştan diaxivin, ji ber li pêşiya me hilbijartinên xwecihî hene.

Hûn 7 sal in şaredarên ku ji aliyê Kurdan ve tên hilbijartin ez wekî parêzerekî bibêjim tenê ji bo hatine hilbijartin hûn wan ji kar dûr dixin û parêzgar û qeymeqaman li şûna wan datînin.

“Kî ye parêzgar, çawa hatiye?”

Kî ye parêzgar? Li wê derê parêzgarê dewletê ye. Çawa hatiye? Ji bo 2 salan hatiye.

Li Amedê 2 milyon kes dijîn, li Wanê mîlyonek û nîv kes dijî, li Mêrdînê milyonek kes dijî.

Lê binêrin parêzgarek ango desthilatdarek li Amedê cihê ku em bi axê têne spartin bi xwe diyar dike.

Meclîsa bajêr nîne, meclîsa xwecihî nîne. Ji kê pirsî ye, ji kê zanyarî wergirtine?

Ji kîjan otorîteya xwecihî zanyarî wergirtine? Hemû qeyûm in.

“Qeyûm talanê dikin”

Ez ji bo Amedê dibêjîm, li hemû herêmê wiha ye û talanê dikin.

Talan dikin, ji ber ku em dê careke din wî li kolanê nebînin, xelkê Amedê careke din wî li kolanê nabîne. Piştî 2 salan dê biçe.

Gunehê vê yekê di stûyê AK Partiyê û siyasetmedarên ku di asta netewî û xwecihî de jê sûdê werdigrin de ye.

Hûn ji aliyê siyasî ve xeletiyên dîrokî dikin û dê ev xeletî li ser we bên tomarkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin