Supaya Pasdaran: Nêzîkî 1000 kes ji xwepêşanderan hatine girtin

Supaya Pasdaran: Nêzîkî 1000 kes ji xwepêşanderan hatine girtin

Li Urmîye, Sine, Kirmaşan û Îlamî jî xwepêşandan hene. Medyayên ser bi Supaya Pasdaran jî ragihandine, ku heta niha nêzîkî 1000 kes ji xwepêşanderan hatine girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan di roja xwe ya sêyem de berdewam in. Li bajarên mezin ên Îranê weke Tehran, Tewrêz, Isfehan û Şîraz rewş aloz e hikûmet gefa girtin û tolhildanê ji rêkxer û çalakvanên xwepêşandanan dike û bo rêgirîkirin ji gihandina zanîyarîyan bo derve hêla internêtê qut kirîye.

Civata Ewlekarîya Niştimanî ya Îranê ragihandîye, ku bi mebesta parastina asayîşê hêla internêtê bo dema 24 saetan qot kirine û xelk tenê dikare internet navxwe bikar bînnin. Lê Balyozê Amerîka yê li Almanyayê ragihand, ku ew dikarin bi hevkarîya Berlînê internêtê bo xelkê Îranê dabîn bikin.

Çavkanîyekî xwecihî ji nav bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, xwepêşandan li Merîwanê îro jî berdewam bû û êvara îro Yekşemê 17ê Mijdarê xwepêşanderan  Banka Niştimanî (Banka Millî) û Fermangeha Perwerdeyê şewitandin û polîs teqe li xwepêşanderan kirîye û kuştî û birîndar hene.

Herwiha rojnamevan Ednan Hesenpûr ji nav Merîwanê ragihand, heta niha li Merîwanê di navbera 6 heta 10 kesan li vî bajarî hatine kuştin û çendîn bank û firoşgeh hatine şewitandin ku xelk dibêjin, yên Supaya Pasdaran bûne. Bi gotina heman rojnamevanî, bi dehan kes li Merîwanê hatine desteserkirin û li nav bajêr dengê teqeyan tê bihîstin.

Li gorî amarên ne fermî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, di xwepêşandanên duh şemîyê de 10 kes bi destê hêzên ewlekarîyê yên Îranê hatine kuştin, di xwepêşandanên yekşemê de jî alozî derketin. 

Herwiha li Kirmaşanê jî xwepêşandan berdewam bûn û polîs dibêje ku hin kesan di nava xwepêşanderan de teqe li hêzên polîs dikin ku piledarek bi navê Îrec Cewahirî hatîye kuştin. Fermandehîya polîsê Kirmaşanê jî ragihand ku efserekî polîsan li Kirmaşanê bi guleyan hatîye kuştin.

Li parêzgeha Urmîyê jî îro xwepêşandan berdewam bûn, û hêzên ewlekarîyê tevî ku di nav bajar de belav bibûn, bi rêya esmanî jî çavdêrîya bajar dikirin.  Çavkanîyên xwecihî herwiha ragihandine, îro Yekşemê li bajarê Bukanê yê ser bi Urmîyê ve 4 xwepêşander ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin, lê hêj ti alîyekê ew amar piştrast nekirîye.

Fermandarê Polîsê parêzgeha Loristanê jî ragihandîye ku li bajarê Xoremawa hejmarek kesên ku alozî derxistine hatine girtin.

Medyayên ser bi Supaya Pasdaran ve dibêjin, heya niha derdora 1000 kesî ji ber wan xwepêşandanan hatine girtin. Her li gor wan medyayan, tenê li parêzgehekê zêdetir ji 100 navend û şubeyên bankan hatine şewitandin.

Bi gotina wan medyayan, herwiha li Xuzistan, Tehran, Fars û Kirmanê zirara herî zêde gihîştîye kerta giştî û herî zêde êrîşî navendên leşkerî û embarên petrolê hatîye kirin.

Bi berdewamîya xwepêşandanan û zêdebûna tundûtîjîyan, berpirsên Komara Îslamî ya Îranê jî zimanê xwe li hember xwepêşanderan tûjtir dikin.

Wezîrê Navxwe yê Îranê jî gefa wê yekê xwarîye, ku êdî li hember xwepêşandan û karên bi gotina wî têkderane bêdeng namînin û eger rewş bi vî awayî berdewam bike, hêzên ewlehîyê dê neçar bimînin ku erka xwe pêk bînin.

Ebdureza Rehmanî Fezlî herwiha dîyar kirîye: “Gelek kamera li seranserî bajaran vidyoyan tomar dikin, kamera di nav qerebalixê de jî hene, piştî naskirina wê xelkê, di heman demê de lêkolîn li gel wan tê kirin. Xwedê piştîvan be, pêwîst nake wan hêzên taybet bikar bînin, ku di rewşên taybet de tên bikaranîn. Piştrast dikim, wan hêzan dijî wan kesan  bikar tînin, di dema ku yasayê dişikînin û nearamîyê çêdikin.”

Herweha Fermandarê Giştî yê Polîsê Îranê Serdar Hisên Eşterî jî ragihandîye ku ew dê li gorî yasayê serederîyê li gel wan kesan bikin ku bi gotina wî, asayîşa welat têk didin û dibêje, dijberên şoreşê li derve ev xwepêşandan rekxistine ku dê endamên wan bêne eşkerekirin û cezayê xwe werbigrin.

Rêveberê Polîsên Islamşehrê jî ragihand, ku 25 kes ji serkirdeyên xwepêşanderan girtine û li Şîrazê jî 4 xwepêşander hatine kuştin.

Li bajarê Tehranê kasibkarên bazara sergirtî ya mezin grev girtin û li bajarê Şehrîyar ê ser bi Tehranê ve jî xwepêşanderek hate kuştin û 60-70 kesan jî birîndar bûne. 

Her îro li bajarên Tehran û Şîrazê derîyên xwendingehan hatin girtin, xwendevanên zanîngeha Tewrêzê jî tevlî xwepêşandanên nerazîbûnê bûn. Li bajarê Qumê ku navenda serekî ya olî li Îranê ye, êrîşî ser hejmarek navendên olî hatîye kirin.

Li bajarên parêzgehên Xuzistan, Yezd û Kimanê jî xwepêşandan berdewam in û li gor agahîyan, derdora 50-60 xwepêşanderan hatine girtin.

Li hember berdewamîya xwepêşandanan, Serdozgerê Giştî yê Komara Islamî ya Îranê dîyar kir, daxwaz ji hêzên ewlekarîyê hatîye kirin, ku ew kesên tevlîhevîyê dikin divê bên girtin. Mihemed Ceiferî Muntezirî got, ew kesên xwepêşandanê dikin, dijî şoreşê ne, û daxwaz ji hêzên ewlekarîyê kirîye ku wan bigirin.

Muntezirî ragihand: “Daxwaz ji berpirsên ewlekarîyê û dadwerîyê hatîye kirin, ku ew kesên dijî şoreşê radiwestin bên bigirin.”

Li alîyekî din, her îro Rêberê Bilind ê Komara Islamî ya Îranê Elî Xaminêyî da xuyakirin, hêzên ewlekarîyê yên Îranê erkê xwe cîbicî kirin e, û tekez kir, ku divê bilindkirina bihayê benzînê bê cîbicîkirin.

Bi biryara hikûmeta Îranê, buhayê benzîna azad ji 1000 tûmenî bû 3000 tûmenî û benzîn bi kertê jî bû 1500 tûmenî hat zêdekirin. Wê yek jî nerazîbûna xelkê li pey xwe anîye û ew 3 roj in ku li dijî wê biryarê xwepêşandan li gelek bajarên Îranê berdewam in.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin