Supaya Pasdaran kuştina 7 fermandarên Hêza Asmanî ragihand

Supaya Pasdaran kuştina 7 fermandarên Hêza Asmanî ragihand

.

A+A-

Ji bilî kuştina Fermandarê Giştî yê Hêza Asmanî, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di êrişên Artêşa Îsraîlê de 7 fermandarên leşkerî hatine kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di encama êrişa "rejîma siyonîst" a li ser baregeha fermandariya giştî ya Supaya Pasdaran a li Tehranê, hejmarek fermandarên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.

Sûpaya Pasdaran da zanîn ku li gel kuştina Fermandarê Giştî yê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran Emîr Elî Hacîzade, 7 fermandarên leşkerî yên bi navên Mehmûd Baqirî, Dawûd Şêxiyan, Mihemed Baqir Tahirpûr, Mensûr Seferpûr, Mesûd Teyib, Xusrew Hesenî û Cewad Cersera hatine kuştin.

Berbanga 13ê Hezîran 2025an, Artêşa Îsraîlê dest bi êrişên xwe yên asmanê yên li Îranê kir.

Piştî wê, Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da Îsraîlê.

Şeva borî jî êrişa her du aliyan li ser hev, ji êrişa şeva berê mezintir û bi bandortir bû.

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin