Sudan Hebûna Peywendîyên bi Îsraîlê re Piştrast Dike

Sudan Hebûna Peywendîyên bi Îsraîlê re Piştrast Dike

Wezareta Karên Derve yê Sudanê îro Sêşemê piştrast kir ku têkîlîyên wan bi Îsraîl re heye.

A+A-

Berdevkê wezareta karên derve yê Sudanê Haydar Sadiq ragihand ku biryara Mîrgehên Yekbûyî yê Erebî jibo normalkirina peywendîya bi Îsraîl re gaveke wêrek û girîng e.

“Biryara Mîrgehên Yekbûyî gaveke wêrek û girîng e û bibe alîkar ku aştîyeke domdar û aramî li herêmê were ava kirin. Ew biryar herwiha alîkarîya cîhana Erebî dike da ku were ser rêya rastîn,” Sadinq ji Reutersê re got.

Wî herwiha raportên medyaya xwecîhî jî piştrast kir ku di navbera Sudan û Îsraîlê de peywendî hene.

Karbidestên Îsraîlî di meha Sibatê de dîyar kiribûn ku Îsraîl û Sudan ser xebatên bo pêşxestina pêvajoya normalkirina tekîlîyan li hev kirine.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu û serokê komîteya leşkerî ya Sudanê Abdul Fattah al-Burhan hîngê li Uganda hevdîtinek kiribûn.

Netanyahu pêşwazî li van ragihandinan kir û ser Twitterê kêfxweşîya xwe dîyar kir.

"Îsraîl, Sudan û tevahîya herêmê dê ji peymana aştîyê ya bi Mîrgehên Yekbûyî re, feydê wergirin û em bi hevre dikarin sibêrojek baştir bo hemû gelên herêmê ava bikin. Emê her tiştê ku hewce dike bikin ku vê xewnê bikin rastî"

Bi peymana navbeynkarîya Amerîka ku hefteya borî hat îmza kirin, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bû welatê sêyan ya Ereb ku di nava zêdetirî 70 salan de bi Îsraîlê peyvendîyên dîplomatîk dardixe.

Pispor bawer dikin ku peymana nû dikare bandoreke girîng ser sîyaseta Rojhilata Navîn û taybetî jî ser pirsgirêka Fîlîstîn û tekoşîna dijî Îranê bike.

Îsraîl dibêje ku ew hêvî dike ku welatên din yên Kendavê û welatên misilman yên li Afrîqayê jibo normalkirina peywendîyan rêça Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bişopînin.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin