Sputnîkê bi Serokê PAKê Mustafa Özçelik re hevpeyvînek kir

Sputnîkê bi Serokê PAKê Mustafa Özçelik re hevpeyvînek kir

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, di derbarê hilbijartin û bloka kurdî, êrîşên dagirkerî yên li dijî Efrînê û rojeva îroyîn a Kurdistanê pirsên Sputnîk Kurdistan bersivandin.

A+A-

Spûtnîk —Hûn dizanin ji hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê re hê zêdeyî salek û nîv maye, lê ji niha de tifaq têne avakirin û ji bo tifaqên nû jî hevdîtin çêdibin. PAK çi difikire, bernameya we çi ye?

Ozçelik — PAKê du meh berê pêşniyarîya ‘Bloka Kurdî' pêşkêşî raya giştî kir. PAK dibêje, ‘Ne AKP, ne CHP, ne jî IYI Partî; alternatîfa me tifaqa netewî û demokratîk a kurd û Kurdistanê ye. Em dibêjin li ser bernameyeke ji daxwazên gelê me yên asgarî pêk hatî, divê kurd û Kurdistanî tifaqekê li dar bixin. Ev bername jî dikare li ser van daxwazên esasî pêk bê û divê ev daxwaz di Destûra Bingehîn a Tirkîyeyê û qanûnen din de were bicihkirin:

Divê hebûna miletê kurd û Kurdistanê bê qebûlkirin.

Divê zimanê Kurdî wek zimanekî fermî û zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin.

Divê şert û mercên Ewropayê yên Xweserîya Îdareyên Herêmê bê qebûlkirin.

Divê îradeya hemû pêkhateyên etnîki, dinî, mezhebî, civakî yên Kurdistanê di rêvebirîyên herêmî de bicih bibîne. Divê rêz li irdaya gel bê girtin û ti hêzên dewletê an jî partî xwe li ser gel ferz nekin.

Divê tifaqa hilbijartinê li ser bingehê hevdu qebûlkirinê, rêz girtin û pabend kirina qaîdeyên azadî, demokrasî û edaletê pêk were.

Divê hemû astengîyên li ber azadîya ramanî û yên li ber xebata rêxistinî bêne rakirin.

Divê efûyeke giştî bê derxisitin.

Divê dawî li şer û li Rewşa Awarte bê anîn û rêya çareserîya sîyasî ya pirsa kurd bê vekirin.

 

PAK jî di nava grûba Partiyên Kurdistanî de cih digre û tê gotin grûb dixwaze Bereyeke Hilbijartin a Kurdî ava bike. Ji bo avakirina Bereya Kurdî danûstandinên we hene, eger hebin ev di çi astê de ne?

PAK girîngîyeke mezin dide hevkarî û tifaqa hêzên netewî —demokratîk. Em li ser wê bernameya asgarî ya ku me di bersîva ewil de tarîf kirîye, amadene tifaqeke berfirehya netewî-demokratîk ji bo hilbijartinên 2019an pêk bînin. Niha li gel PSK, PDK-Bakur, PDK-T, HAKPAR, ÖSP,Hereketa Azadî di vê derbarê de danûstendinan dikin. Em dixwazin di destpêkê de bi van alîyan re li ser bernameyekê li hevdu bikin û Blokeke Kurdî ya berfireh pêk bînin. Ev blok divê bloka hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, sîyasî yên netewî-demokratîk yên kurd û Kurdistanê be.

 

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan çend roj berê di hevpeyvîneke xwe de got ‘em ê serdana Partiyên Kurdistanî bikin û ji bo hilbijartinê em ê hewl bidin ku yekîtiya kurdan ava bikin'. Hûn ji bo pêşniyara HDPê çi difikirin, wê şert û mercên we hebin gelo, eger hebin ev çi ne?

Li ser wê bernameya asgarî ya ku me behs kirîye, em amade ne bi her alîyekî netewî-demokraîk re tifaqa hilbijartinê pêk bînin. Rêzdar Pervîn Buldan behsa tifaqeke hilbijartinê nake; dibêje bila Partîyên Kurdistanî piştgirîya HDPyê bikin. Ev jî helwesteke xelet e. HDP partîyeke ku bi heykelê kurdan ava bûyî, lê bi mejîyê Tirkbûnê tevdigere. HDP dibêje ‘Welatê hevbeş, netewa demokratîk, cumhûrîyeta demokratîk'. Ma gelo bi vî hal û helwest û bername û sîyaseta HDPyê, Partîyên Kurdistanî çima dê piştgirîya HDPyê bikin?

HDPyê berîya Hilbijartian 7ê Hezîrana 2015an pêşnîyarîya tifaqa hilbijartinê ji PAKê re anîbû. Me jî gotibû, ji PAKê re ya girîng prensîbên tifaqê ne; ne hêjmara parlamenteran e. Me ew bernameya ji daxwazên asgarî yên netewî û demokartîk pêk hatîye, ew bernameya ku nuha jî em behs dikin pêşkêşî HDPyê kir. Me got gelo HDP amadeye li ser van prensîban tifaqa hilbijartinê pêk bîne? Mixabin HDPyê ev daxwazên me qebûl nekir. Ji ber wê jî me di 7ê Hezîrana 2015an de bi HDPyê re tifaqa hilbijartinan li dar nexist. Îro jî em dibêjin gelo HDP amade ye li ser van prensîban tifaqekê pêk bîne? Gelo HDP dê çawa garantîyekê bide ku, careke din jî, bi piştgirîya sîyaseta ‘Özyönetim'ê, bi piştgirîya sîyaseta xendek û barîkatan rê li têkdana destkeftîyên şaredariyan veneke? PAK dibêje ewil divê kurd û Kurdistanî li ser bernameyeke asgarî ya netewî-demokratîk tifaqa, bloka xwe pêk bînin; paşê jî ev blok dikare li ser vê bernameyê nexşerêyekê bide ber xwe.

 

Hûn tifaqa AKP-MHPê ya hilbijartinê çawa dinirxînin. Helwesta kurdan li hemberî tifaqê dê çi be. Gelo AKP dê bikaribe dengên ku berê ji kurdan werdigirtibûn dîsa wergire, çima?

Tifaqa AKP-MHPyê, tifaqa şerî ye, ya dijayetîya kurd û Kurdistanê ye, ya dijayetîya demokrasî, edalet û azadîyê ye. AKP û MHP bi destpêkirina şerê li Bakurê Kurdistanê, bi dijayetî û dijminatîya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û bi dijayetîya destkeftîyên Federalî yên li Herêma Kurdistanê; bi erîşa li ser Efrînê û bi dijayetîya destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê li himberî hemû kurd û Kurdistanîyan sîyaseteke dijminane dimeşînin. Helbet ku gelê kurd û Kurdistanê divê dengên xwe nedin vê sîyaseta êrîşker û dijmanane.

Lê eşkereye ku CHP û IYI Partî jî di meseleya Herêma Kurdistanê de, di meseleya şerê li Bakurê Kurdistanê de, di meseleya êrîşa Efrînê û dijayetîya destkeftinên li Rojavayê Kurdistanê de t ferqa wan ji MHP û AKPyê tune ye. Herwiha derbasbûyîna CHPyê û ya kadroyên ku IYI Partî ava kirine, di derbarê azadî, demokrasî û edaletê de ne paqij e. Van her du partîyan jî ti gaveke demokrasî û azadîyê di derbasbûyîna xwe de neavêtine.

Ji ber vê yêkê jî, em dibêjin ‘ne AKP, ne CHP, ne IYI Partî, ne partîyên din; alternatîfa me Bloka Hilbijartin a Kurd û Kurdistanîyan ya netewî-demokratîk e.

Ev blok li ser daxwaz û bernameya xwe ya netewî-demokratîk dikare bi hemû partîyan re rûnê û kîjan partî nêzî qebûlkirina mafên miletê kurd be, nêzî qebûlkirina azadî û demokrasiyê be helbet ku divê em bi wan re li rêya tifaqe bigerin.

 

Li gor hinek îdîayan, di armanca lidarxistina operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê de hinek hisabê navxweyî yên wek hilbijartinê jî heye. Îhtîmala ku hikûmeta AKPê ji bo hilbijartinan operasyona leşkerî dabe destpêkirin heye gelo, hûn çawa dinirxînin?

Rast e, mimkune ku di êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li ser Efrînê de dikare para hesabên hilbijartinan jî hebe. Lê eger em gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bidin ber çavan, em ê bibînin ku hedef û armanc ji vê mezintir e; stratejîk e.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan saleke berê got ‘em ê rê nedinê ku ew xeletîya li bakurê Iraqê rûdaye, li bakurê Sûriyeyê jî dubare bibin'. Ev gotinên Erdogan tê vê wateyê ku dewleta Tirkiyeyê destkeftîyên li başûrê Kurdistanê yên fedaralî weke xeletîyekê dibîn; lê wan nikarî bû rê li ber wê bigirin. Ji ber vê yêkê jî wê re nedinê ku li Rojavayê Kurdistanê kurd ti destkeftiyan bi dest bixin.

Bi ya me, stratejî û armanca dewleta Tirkiyeyê di van gotinên Erdogan de veşartî ye.

Dewleta Tirkiyeyê bi hişmendîya dijayetîya kurdan tevdigere. Dewleta dibêje ez ê rê nedimê ku kurd li tu dere cîhanê ti mafan, ti statuyan bi dest bixe.

Lê ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê sîyaseteke pûç e, sîyaseteke şikestî ye, şaş e. Ti êrîş, qetlîam, jenosîd, kuştin, wêrankirin û hêrs û îşkenceyan heta îro nikarîbû miletê kurd ji holê rake, nikarîbû rê li ber doza azadîya gelê me bigire; dê ji îro pê ve jî nikaribe.

Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku vî şerî rawestîne, dawî li Rewşa Awarte bîne û ji bo çareseriya sîyasî ya pirsa kurd û Kurdistanê, ji bo azadî, demokrasî û edaletê gavên aştîyane, demokartîk û sîyasî bavîne. Bila dîyalog û danûstendin di navbera hemû partîyên kurdan û dewleta Tirkiyeyê de dest pê bibin. Bila PKK jî li bakure Kurdistanê şerî rawestîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin