SOHR - Milîsên rejîma Esed li Qamişlo pev ketin: 2 kuştî…

SOHR - Milîsên rejîma Esed li Qamişlo pev ketin: 2 kuştî…

.

A+A-

 Hat ragihandin ku milîsên çekdar ên bi navê Difaa El-Wetenî (Hêzên Berevaniya Niştîmanî) yên girêdayî rejîma Sûriyê ku çend roj berê bi hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê re ketibûn şer, niha jî li taxa El-Zinûd ya başûrê Qamişlo pev ketin. 

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên Difaa El-Wetenî di nav xwe de li taxa El-Zinûd ya başûrê Qamişlo pev ketine ku di encama pevçûna çekdarî de 2 kes hatine kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûne. 

Li gorî SOHRê sedema pevçûnê ew bûye ku çekdarên Difaa El- Wetenî li ser parvekirina madeyên hişbir û alîkariyên mirovî yên ku dest danîbûn ser li hev nekirine û li hemberî hevdu çek bikar anîne.

Hat diyarkirin ku di pevçûnê milîsên Dfaa el-Wetenî çekên giran li hember hevdu bikar anîne.

SOHRê daye zanîn ku 9ê Gulanê milîsên Difaa El-Wetenî dest danîbûn ser alîkariyên mirovî ku Komeleya El -Usra ya Xêrxwazî wê li ser malbatên xizan belav bikira.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin