Siyasetmedarên Katalan ên hatin berdan: Emê têkoşînê bidomînin

Siyasetmedarên Katalan ên hatin berdan: Emê têkoşînê bidomînin

.

A+A-

9 siyasetmedarên katalan ku ji ber referandûma serxwebûnê ev 1329 roj bûn girtibûn hatin berdan. Siyasetmedaran got: Emê heta dawî têkoşîna serxwebûnê bidomînin.

Hikumeta koalîsyona çep a Spanyayê efûyeke taybet derxist û siyasetmedarên katalan berdan. 7 siyasetmedarên mêr, 2 jin bi giştî 9 siyasetmedar bi belavkirina nûçeya di Rojnameya Fermî de hatin berdan. Siyasetmedaran li ber girtîgehê gotin ku ne bi efûya hikumeta Spanyayê, bi dehfdana sazî û dadgehên Yekîtiya Ewropayê hatine berdan.

Cîgirê Serokê Hikumeta Xweser a Katalonyayê yê berê Oriol Junqueras wisa axivî: "Girtîgehê nekarî daxwaza me bişkîne, berevajî ev yek xurtir kir. Bi derketina me ya îro re ne ku her tişt xilas bû, her tişt didome. Emê ji bo azadiya her kesê li vî welatî, ji bo vegera sirgûniyan (Serokê Katalonyayê yê berê Carles Puigdemont û 6 rêveberên din), ji bo efûya giştî û ji bo azadiyê bixebitin."

Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta Katalonyayê yê berê Raul Romeva jî got ku di sala 2015'an de wan gotibû heta dawî dê têkoşîna serxwebûnê bidomînin, niha jî heman tiştî dibêjin.

Li aliyê den ji ber ku hikumetê efû derxist muxalefeta Spanyayê berê tîran da hikumetê û xwest serokwezîr îstîfa bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin