Sîyasetmedarê Kurd ê xwarzê Qasimlo li Holendayê rastî êrişê hat

Sîyasetmedarê Kurd ê xwarzê Qasimlo li Holendayê rastî êrişê hat

Yek ji berpirsên berê yên Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Holendayê rastî êrişeke bi kêran hat û di encamê de bi giranî birîndar bû. Malbata wî ew weke êrişeke ‘terorî’ bi nav kir.

A+A-

Li gor zanyarîyan roja Înê, 19.06.2020, li bajarê Leeuwarden ê Holandayê, Sadiq Zerza ku yek ji berpirsên berê yê PDKÎ ye, rastî êrişekê hat.

Li gor zanyarîyan, Sadiq Zerza û kesê bi navê Rahman Pîrdabadî hevdîtinek pêk anîn lêbelê di dema birêveçûna hevdîtinê de wî kesê 38 salî bi kêran êrişî Sidiq Zerza kir.

Di encama êrişê de Sadiq Zerza ku xwarzê Dr. Abdulrehman Qasimlo ye,  bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhastin û ew kesê êrişkar jî ji alîyê hêzên polîs ve hat desteserkirin.

Li gor zanyarîyên malbata Zerza, bavê wî kesê êrişkar ku xelkê Şinoya ser bi Urmîyê ve ye li Rojhilatê Kurdistanê, dostekî berê yê Sadiq Zerza ye û berî çendekê peywendî li gel Zerza danîye û jê re gotîye ku kurê wî hatîye Holandayê û pêwîstîya wî bi alîkarîyê heye.

Her li gor malbata Zerza, sîyasetmedarê Kurd jî soza alîkarîyê daye wî dostê xwe yê berê û di vê çarçovê de Zerza û kurê wî kesî biryar didin hev bibînin, lêbelê di dema hevdîtinê de Rahman Pîrdabadî ku bi deste gulekê çûbû cihê bûyerê, bi kêran êrişî Zerza dike.

Ew berpirsê berê yê PDKÎyê ku li nexweşxaneyê çareserîyê werdigire, dîyar kirîye ku ti pirsgirêkeke wî li gel kesê êrişkar nebûye û malbata Zerza jî ew weke êrişeke ‘terorî’ bi nav kir.

Li gor zanyarîyên Rêxistina Mafên Mirov Hengawê, Rahman Pîrdabadî ku li Holendayê di beşa pizîşkî de xwendina xwe berdewam dike, berî niha jî bi mebesta alîkarîyê serdana mala Zerza kirîye.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin