Şivan Perwer: Dewlet li ser bingeha netewebûnê têne avakirin

Şivan Perwer: Dewlet li ser bingeha netewebûnê têne avakirin

Şivan Perwer ragihand ku eger bi ruheke netewî be ew weke hunermend amade ne xizmeta her alî û partîyeke Kurd bike. Perwer herwiha got ku dewlet li ser bingeha netewbûnê têne avakirin û divê Kurd xwe ji sîyaseta perçebûnê rizgar bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Leverkusen ê Almanyayê ji bo piştgirîya Rojavayê Kurdistanê bi beşdarîya ji çar perçeyên Kurdistane konsêrteke mezin hat lidarxistin.

Hunermendê û stranbêjê navdar Şivan Perwer jî ji yek wan kesan bû ku di konsertê de stranên xwe got.

Piştî konsertê Perwer ji Rûdawê re got: “Ev 45 sal in, min bi şêweyeke netewî dest bi hunerê kirîye, eger hûn stranên min guhdar bikin, dê bibînin ez di stranê xwe de gelek tiştên civaka Kurdî rexne dikin weke mijara şêx û eşîrtîyê. Ez xwe weke hunermendeke netewakar dibînim. Bêguman di van heyamên dawîyê de piranîya hunermendên Kurd bi awayeke neteweyî stranan çêdikin û dibêjin.”

Derbarê netewbûn û perçerkirina Kurdan de Perwer dibêje: “Em dibînin ku Kurd perçe bûne û bi perçebûnê jî kes bi ser nakeve. Bila hunermed di çarçoveya netewekarîyê de banga hêz û partîyên Kurd bike û ji wan re bibêje ku dest ji berjewendîyên grûbû û partîtîyê berdin, eger hûn sîyasetê ji bo gelê Kurd dikin, bila di navbera we de tolerans û hevkarî hebe. Eger dema ew perçe bin, ti helwesteke hunermendan jî namîne.”

Perwer balkişand ser netewbûnê û got: “Rast e, mirov nikare di yekcarê de yekîtîyê ava bike, lê weke destpêkê divê em bi rengeke netewî êdî bimeşin. Her çi partî li Kurdistanê heye mafê me hunermendan heye ku rexne bike û kêmasîyên wan bibêjin. Bila ew jî hunermendan rexne bikin. Ew kengê alîkarîya ji me bixwazin em amade ne, xizmeta wan bikin, lê bi ruheke netewî, çimkî dewlet li ser bingeheke netewî dirust dibin.

Hunermenddê Kurd herwiha dîyar kir ku kengê ji wan were xwestin ew weke hunermend amade ne li her derê cîhan û Kurdistanê konsertan saz bikin û da zanîn: “Di konserta îşev de ji her derên Kurdistanê hunermend beşdar bûn, hemû derneketin li ser dike, lê zêdeyî 100 hunermendan li salona konsertê amade bûn. Ji Mehabad, Kirmeşan, Silêmanî, Hewlêr, Qamişlo, Efrîn, Amed, Sêwaz, Dêrsim, Amed û ji gelek bajarên din ên Kurdistanê hunermend beşdar bûn.”

Şivan Perwer anî ziman ku ev e 45 sal e ew digere û bi hunera xwe xizmeta gelê Kurd dike û ew Kurdên, Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tîne ba hev.

Ala Şalî-Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin