Simkoyê Şikak; Serokê Serîhildana Rojhilatê Kurdistanê

Simkoyê Şikak; Serokê Serîhildana Rojhilatê Kurdistanê

Girîngîya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji destê desthilatdarîya dewleta Îranê derxist û xiste bin kontrola xwe û rêveberîyek taybet ava kir.

A+A-

90 sal berîya niha Simayîl Axayê Şikak ku weke Simkoyê Şikak an jî Simîtko tê nasîn, li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi biryara şahê wê demê yê Îranê, Riza Şah ve ji alîyê hêzên Îranê ve hat şehîdkirin. Lê bandora serhildana wî hêj jî li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet li herêma Urmîyê maye.

Smayîl Axayê Şikakî di sala 1887ê li Urmîye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Kurê Mihemed Axayê serokê hoza Şikak e. Piştî birayê wî Cefer Axa bi destê rejîma Îranê ya wê demê li bajarê Tewrêzê hat kuştin, Simko serokatîya hoza Şikak wergirt.

Piştî ku sala 1905an, Cewer Axayê Şikak ku birayê Simko bû, li Tewrêzê hat kuştin, Simko soz da ku şerê li dijî hikûmeta wê demê ya Îranê berdewam bike.

Li gor gelek çavkanîyên bîyanî û Kurdistanî, şerê Simkoyê Şikak bi hikûmeta Îranê re şerekî netewî û ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê Kurd bûye, tevî vê yekê hestê tolhildanê jî di wî de hebûye.

Girîngîya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê yekem nêzî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji destê desthilatdarîya dewleta Îranê derxist û xiste bin kontrola xwe û rêveberîyek taybet ava kir.

Herwiha piştî şoreşa Şêx Ubêydullahê Nehrî û Kela Dimdim, soreş û serhildana Simkoyê Şikak, tevgera herî mezin a Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Hêza serbazî ya Simkoyê Şikak piranî ji çekdarên eşîreta Şikak pêk dihat, lê belê piştî ku eşîretên din ên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan wî, wan eşîran jî çekdarên xwe tevlî hêza Simko û Şikakan kirin.

Şikak li Rojhilatê Kurdistanê piştî eşîreta Kelhûr li herêma Kirmaşanê mezintirîn eşîreta vê perçeyê Kurdistanê ye ku di serdema desthilatdarîya Qacarî û Pehlewîyan de li Îranê û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv ê sîyasî bûn.

Navenda desthilatdarî û hêza Simkoyê Şikak û eşîreta Şikak bi giştî Kela Çarîyê li navçeya Selmasê û herwiha bajarê Urmîyê bû.

Di dema herî bihêzîya xwe de, her ji Mako û Kela Xwê (Xoy), Selmas, Urmîye, Mihabad, Şino û bajarokên din ên parêzgeha Urmîyê heta sînorê Seqiz, Bane û Merîwanê li parêzgeha Sine di jêr desthilatdarîya wî de bû û gefa kontrolkirina Sine û Kirmaşanê jî dixwar.

Rojnameya navdar a Amerîkî ya New York Times di raporekê xwe ya sala 1922ê de behsa şoreşa Simkoyê Şikak dike û dibêje, hikûmeta Kurdistanê hatîye damezrandin. Di raporê de tê gotin, ku sînorê vê hikûmetê jî Ûrmîye, Selmas, Kirmanşan û Erdelan e. New York Times dibêje çavê Simko li Lirositanê ye.

Simkoyê Şikak di serdemekê de ku hêj civaka Îranê bi giştî û ya Rojhilatê Kurdistanê paşketî û feodalî bû û li ser bingeha rejîma axatîyê birêve diçû, gelek karên giring kirin, weke mînak li Kela Xwê Medreseya Cîhanbanî vekir û di wê medreseyê de ji bilî fêrkirina zanistê bi zimanê Kurdî û Farsî, xwandekar fêrî zimanên Rûsî û Tirkî dihatin kirin.

Herwiha yekemîn rojnameya Kurdî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi navê “Kurdistan” di serdema desthilatdarîya Simko de li Urmîyê hat çapkirin û weşandin.

Simko herwiha di navbera bajar û cihên stratejîk ên bin desthilatdarîya xwe de, cihên weke Mihabad, Urmîye, Selmas û Kela Çarîyê xeta telegrafê kişand.

Weke ku nivîskar û dîrokzanê Fransî, Chris Kutschera dibêje, Simko di çend nameyên xwe de ku bo çend berpirsên Rûsî, Brîtanî şandine, gelek bi aşkere behsa mafên netewî yên Kurdan, welatek bi navê Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê kirîye.

Kutschera herwiha ji ber xebatên wî yên di serdema xwe de, Simkoyê Şikak weke “bavê nasyonalîzma Kurdî” li Rojhilatê Kurdistanê bi nav dike.

Simko di beşeke nameya xwe de ku ji bo fermandarê hêzên Îranê li bajarê Meraxê Zefer el Dulê şandîye, dibêje: ”Em pir baş dizanin ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara wan nagihe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xwezîyên xwe ku mafê otonomîyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de pêk anîne. Bi rastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û neman jê re baştire ji jîyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomîyê dixwazin. Êdî ev xwezîya hemû mirovekî Kurd e û ji xelkê me re jî jîyaneke nû ye.

Ev name dide dîyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê rewa yê gelê Kurd bi armancên mezin û planên nû dest bi xebata xwe ya sîyasî kirîye.

Simkoyê Şikak di 25 salên serhildana xwe de, rastî gelek serkevtin û şikestan jî hat, herî dawî piştî ku hikûmeta Îranê karî serhildana wî têk bibe, Simko derbasî alîyê Başûrê Kurdistanê bûbû û piştî demekê li ser banga Îranê ya ji bo muzakere û danûstandinan, di 21ê Tîrmeha 1930an de çûbû Şinoyê û li wir bi pîlana Riza Şah ji alîyê hêzên Îranê ve hat şehîdkirin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin