Silêman Oso: Pirsa Kurd li derveyî Sûriyê çareser nabe

Silêman Oso: Pirsa Kurd li derveyî Sûriyê çareser nabe

.

A+A-

Endamê Serkirdayetiya ENKSê Silêman Oso dibêje, “me doza avakirina dewletê nekiriye, em doza qebûlkirina mafên Kurdan dikin û çareserkirina pirsgirêka me ne bi rêya Tirkiyê û dewletên din e” û tekez dike, “Pirsa Kurd li derveyî Sûriyê çareser nabe.”

Silêman Oso, Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê (PYKS) û Endamê serkirdayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê, di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa diyaloga Kurdî-Kurdî, pêkanîna yekrêziyê û asteng û derfetên heyî, rewş û çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê û hewldanên çareserkirina krîza Sûriyê kir.

Li Rojavayê Kurdistanê di demekê de ku proseya diyaloga aliyên Kurdî berdewam bû, hejmareke ofîsên partiyên di nav ENKSê hatin şewitandin û Silêman Oso armanca wan kiryaran wek têkbirina diyaloga di navbera aliyan de binav dike  û dbiêje, “Ev bûyerên ku çê bûn cihê xemgîniyê û nameyak xerab bûn, armanc jî têkbirina hevpeymaniya di navbera me û PYNKê de bû.”

Oso dibêje, kesên ku ev bûyer kirin ew in ku yekrêziyê naxwazin û baweriya wan bi hevbeşiyê tune ye.

Berpirsên ENKSê derbarê wan bûyeran de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî re civiya bûn û derbarê navevera civînê û daxwazên ENKSê jî Oso dibêje, wan beriya her tiştî jê xwestine ku van bûyeran şermezar bike û wan zextan bidin sekinandin û Kobanî jî tekez kiriye ku ew li dijî wan kiryaran e.

Li ser rewşa diyalogê ya piştî van bûyeran jî Silêman Oso diyar kir ku ji Fermandarê HSDê hatiye xwestin ku sînorekî ji van gefan re deyne û tekez kir ku ENKSê tiştek nerênî li ser diyalogê negotiye û “em amade ne wek ENKS vê meselê berdewam bikin. Ev jî grêdayî HSDê û Amerîkayê ye.”

Derbarê leşkeriya neçar de ku yek ji babetên nakok e di navbera ENKS û PYNKê de Oso dibêje “leşkeriya neçar a hêzên ser bi PYDê ve ye” û got “mesele ne mesela tirsê ye ku em nexwazin berevaniyê di ber miletê xwe de bikin ev mesele bêtir bi aliyeke ve girêdayî ye. Li gorî lihevkirinê pêwîst bû leşkeriya neçar hatiba rawestandin.”

Li ser vegera Pêşmergeyên Roj û egera tevlîbûna wan bo nav hêzên HSDê Silêman Oso amaje bi wê dike ku danûstandin li ser mijara rêveberî û leşkeriyê tên kirin û got, “Li aliyê din li ser malbatên Pêşmergeyan guşar tên kirin ji bo ciwan ji nav hêzên Pêşmerge derkevin.”

Derbarê partiyên derveyî ENKSê û helwesta wan de jî Oso got, ew“nabêjin ku ENKS ji sedî sed hêzeke demokratîk e. Helbet ewê  kêmasî hebin partiyên ku derketin li ser daxwaza xwe derketinê. Partiyên ku dixwazin tevlî ENKSê bibin derê me vekirî ye.”

Li ser mijara peywendiyên PYD û PKKê û peywendiyên ENKSê û Herêma Kuridistanê Kurdistanê Oso tekez kir ku “ENKS ne li dijî peywendiyên li gel aliyê din ên Kurdistanî ye.”

Herwiha derbarê hebûna ENKSê di nav opozisyona Sûriyê û rêkeftinên pir alî yên ku ENKS tevlî bûye de Oso got “hebûna me ya di nav opozîsyonê de giring e û em ne di wê baweriyê de ne ku Pirsa Kurd li derveyî Sûriyê çareser bibe.”

Li ser peywendiyên bi rejîm û Rûsyayê re jî Oso got, “Em ne li dijî hevpeymaniyan e û ENKS dibêje ku pirsgirêka Sûrî bi rêbaza leşkerî çareser nabe. Diyalog mijara sereke ye ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê.”

Silêman Oso li derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Rojava û zextên wê yên bo rawestandina diyalogê jî got, “me doza avakirina dewletê nekiriye, em doza qebûlkirina mafên Kurdan dikin û çareserkirina pirsgirêka me ne bi rêya Tirkiyê û dewletên din e.”

Endamê Serkirdayetiya ENKSê dibêje jê, “Tirkiye negotiye ku ew li dijî mafên gelê Kurd e li Sûriyê. Giring e em Tirkiyê piştrast bikin ku em ne li dijî wê ne.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin