SGP: Hikûmeta Şamê ne cihê baweriyê ye

SGP: Hikûmeta Şamê ne cihê baweriyê ye

.

A+A-

Li Parlamentoya Holendayê roja çarşemê, projebiryarek di berjewendiya Rojavayê Kurdistanê de hat pesendkirin.

Serokê Fraksiyona Partiya SGPyê ya Holendayê Chris Stoffer li gel parlamenterekî din, projebiryar pêşkêşî parlamentoya welatê xwe kiribûn.

Endamê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Holendayê Chris Stoffer ji Rûdawê re da zanîn ku rojên borî çavkaniya pêbawer a wî û Parlamentoya Holendayê ji bo komkirina zanyariyan li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye.

Chris Stoffer diyar kir ku ew bawer nake hikûmeta niha ya Şamê bikare Sûriyeyeke azad ava bike.

Stoffer her wiha da zanîn ku hikûmeta Şamê ne cihê baweriyê ye û ew nikare komên çekdar kontrol bike.

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Chris Stoffer re wiha ye:

Rûdaw: Birêz Stoffer, we li gel Birêz Don Ceder li Parlamentoya Holendayê zenga metirsiyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê lê da. Piştî wê we gengeşeyek li gel Wezîrê Karên Derve yê Holendayê kir. Tiştên ku we ji wî wezîrî bihîstin, hûn aram kirin?

Chris Stoffer: Bi rastî bibêjim na. Dema min hizra xwe lê kir, min hest nekir ku ez aram kiribim. Cudahiya me ew bû ku Wezîrê Derve dibêje, rast e rejîma El Şer karên xirab kirine lê dibe ku bixwaze di rêya rast de bimeşe. Lê tiştê em dibînin û ya ku berê jî qewimî ye, ew e ku ev rejîm dixwaze hemû welat bike yek reng. Loma ez rewşê neyînîtir dibînim ji ya ku wezîrê me dibîne.

Helbet ez ji wê yekê têdigihîjim ku digot, eger em pereyan ji Şamê re neşînin, pêngava me ya piştî wê dê çi be? Lê rastiyê ji te re bibêjim, qet baweriya min bi wê yekê nîne ku di bin siya vê rejîma niha de rewşa Sûriyeyê baş bibe... Tiştên di dema borî de kirin û tiştên niha jî em dibînin dikin, hem li hemberî Xirîstiyan û Elewiyan û hem jî tiştan li gel Kurdan dikin, nîşan dide ku ew nahêlin pêkhateyên li Sûriyeyê bi wî awayê ku hene bijîn. Em dibînin êrişî wan dikin û wisa li wan kirine ku êdî nikaribin bijîn. Lewra baweriya min bi wan nîne.

Rûdaw: Lê vêga ku tenê gotina Amerîkayê li Sûriyeyê derbas dibe, bi nêrîna we Holenda û Ewropî dikarin tiştekî zêdetir bikin ji tiştê ku niha dikin?

Chris Stoffer: Tiştê yekem, rast e ku Amerîka her tiştî li Sûriyeyê diyar dike. Me di gengeşeya vê hefteyê de jî behsa vê yekê kir. Lê pêwendiyên me Ewropiyan jî li gel Şamê hene. Li gel hevalê xwe yê parlamenter Don Ceder, me di nav parlamentoyê de tekezî li ser wê yekê kir ku nabe Ewropa rê bide tiştên li hemberî Kurdan tê kirin, ji bo Şamê bibe tiştekî asayî û wekî ku tiştek neqewimîbe pêwendiyên me ligel Şamê berdewam bin.

Ya duyem jî em Ewropî pereyekî zêde ji wan re dişînin. Divê ev jî wer bike ku em bikarin guşarê li ser wan dirust bikin. Min ji Wezîrê Derve jî pirsî, hêla me ya sor çi ye ku nabe Şam derbas bike? Bi baweriya min divê em wê hêla sor ji wan re deynin û dema derbas bikin, em hemû alîkariyên xwe yên darayî rawestînin.

Nexwe nabe em pêwendiyan li gel Şamê tenê bi wê yekê asayî bikin ku her tişt ji me re asayî be. Ango dema wisa li hemberî Xirîstiyan, Elewî, Durzî û Kurdan bikin û em jî her wiha berdewam bin li ser şandina alîkariyên darayî, wê demê tu rewatiyê didî kiryarên wan.

Ya xirabtir jî ew e ku em dizanin ew alîkariyên me yên darayî hem ji bo bihêzkirina rejîma niha û hem jî ji bo wan hêz û koman tên xerckirin ku kar ji bo wê rejîmê dikin. Bi vî awayî jî bi sedema alîkariyên me yên darayî, em aliyekî li hemberî aliyekî din bihêz dikin. Lewra Amerîka her çi dike li Sûriyeyê, nabe bandorê li ser wê yekê bike ku divê em bi xwe tiştê pêwîst e li wir bikin.

Rûdaw: Nexwe bi baweriya we kartên guşarê yên pêwîst li cem Ewropayê hene ji bo ku li ser tiştê niha diqewime guşarê bixe ser Şamê?

Chris Stoffer: Bi nêrîna min, kartên diyarker li cem Amerîkayê ne lê alîkariyên me yên darayî jî pir girîng in. Loma, belê kartên me yên guşarê yên bihêz hene û divê em bi kar bînin. Bi vê yekê jî em berpirsyariya ser milê xwe bi cih tînin. Bi rastî min gotiye, eger Yekîtiya Ewropayê jî vê neke, divê Holenda bike. Divê em di vê de rola pêşengiyê bilîzin.

Rûdaw: Hûn pir bi coş in derbarê wê yekê ku agirbest neyê şikandin. Jixwe niha rêkeftinek heye. Çi wiha li we dike ku hûn ji bo vê ew qasî bi coş bin?

Chris Stoffer: Tu rast dibêjî. Lê tiştê yekem, pirs ew e ka heta kengî ev ê berdewam be? Ya duyem jî me di gengeşeyê de behs kir ku ev rejîm nikare yekîneyên cuda yên leşkerî kontrol bike. Di van demên dawî de jî gelek tişt qewimîn û bi rastî me ji xwe pirsî, gelo kontrola rejîma niha li ser wan heye?

Rûdaw: Rapor û nûçe ji we re hatine ku piştrast bikin Şam agirbestê bin pê dike?

Chris Stoffer: Belê, ji Kurdên Holendayî gelek zanyarî ji me re tên.

Rûdaw: Diyasporaya Kurdan li Holendayê?

Chris Stoffer: Pir rast e. Bi rêya wan zanyariyên rasterast digihîjin me. Ew zanyarî jî bi temamî cihê dilgiraniyê ne. Tu dizanî ji bo me parlamenterên Holendayî ji vir ve zehmet e em bi temamî bizanin tiştê li wir diqewime çi qasî xirab e. Lewra tiştê Kurdên Holendayê ji me re tînin û em dibînin ku nasên wan ji wir ve zanyariyan didin wan, wisa dikin ku em baweriyê bi wan bînin û zanyariyên wan jî pir girîng in.

Rûdaw: Wekî ku ez ji we têgihiştim, hûn nabêjin ji ber ku Kurd miletekî guneh e divê em alîkariya wan bikin. Belkî çavê we li wan çekdarên DAIŞê jî ye ku li wir in û dikarin metirsiyê li ser Holenda û Ewropayê çêbikin. Metirsî û coşa we li ser vê dosyeyê çi qasî cidî ye?

Chris Stoffer: Berî her tiştî ev rastiyek e ku deynekî mezin ê Kurdan li ser me ye û em hemû jî li vir wisa dibêjin. Ji ber ku dema me pêwîstî bi wan hebû, her dem li gel me bûn. Niha jî ev deyn e û li ser me ye û divê em li gel wan bin.

Ango Kurd ne guneh in, belkî bi salan e hevpeymanên me ne. Lewra divê di navbera me de bawerî hebe. Piştî wê jî rast e, ji bo vir jî metirsî heye. Ji ber ku wekî me dît, Kurdên ku zindanên taybet bi çekdarên DAIŞê diparastin, êriş li ser wan hat kirin. Ev jî wer dike ku ew bikarin werin Ewropayê û li vir kiryarên terorîstî bikin. Ev jî dibe ku pir metirsîdar be. Ji bilî wê jî ez pir ditirsim ku DAIŞî ji Sûriyeyê werin vir û şaneyên terorîstî ava bikin. Bi vê yekê jî civaka me têk bidin. Loma tirsa min ji vê heye.

Rûdaw: Çima hûn ew qasî bêbawer in bi wê hikûmeta ku li Şamê heye? Ji ber çend bûyerên diyarkirî ye ku qewimîne yan zêdetirî wê ye?

Chris Stoffer: Na... pêwendiya xwe bi demboriyê ve jî heye. Dema tu temaşe dikî ka ew ji ku hatine, tu dibînî ku terorîst bûne. Ew corê Îslamiyan ku metirsîdar in, wisa difikirin ku nabe tu ji wan cuda bî, nabe tu cuda bifikirî yan qebûl nakin xelkê cuda bikarin bi hev re bijîn. Lewra baweriya min bi wê yekê nîne ku di bin siya vê rejîmê de Sûriyeyeke azad çêbibe. Loma hem ji ber demboriyê û hem jî tiştê niha em dibînin, ev nêrîna me ye li ser vê rejîmê. Ji bilî wê jî, ew rêya ku dane ser, encama wê nabe aştî û avakirina Sûriyeyê. Ji bo pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê jî jiyaneke aram nayîne û nikarin bi aştî bi hev re bijîn.

Rûdaw: Eger em wisa deynin ku hikûmeta Şamê yan Artêşa Ereban a Sûriyeyê Rojavayê Kurdistanê dagir kir, hûn dê çi bikin? Bi nêrîna we dibe ku ev yek biqewime?

Chris Stoffer: Bila em hêvî bikin ku ev neqewime. Ji ber ku ew der tekane herêmeke Sûriyeyê ye ku pêkhate bi başî bi hev re dijîn û diviyabû hemû Sûriye wekî wir ba. Lewra em ji wê yekê dilgiran in ku tiştekî wiha biqewime û eger biqewime, divê em hemû alîkariyên xwe yên darayî rawestînin. Her wiha hemû pêwendiyên xwe li gel Sûriyeyê rawestînin.

Lê dîsa jî guşara mezin divê Amerîka bike. Lewra divê ji aliyê dîplomasî ve jî em guşarê bidin Amerîkayê ku nehêle tiştekî wiha biqewime. Em li Holendayê dikarin dengê xwe derxin lê em ne dengê diyarker in. Yekîtiya Ewropayê jî nikare. Lê hegemoniyeke me ya mezin heye û divê em bi hemû hêza xwe wê hegemoniyê bi kar bînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin