Sêyemîn rûniştina dadgeha Doza Kobanî dest pêkir

Sêyemîn rûniştina dadgeha Doza Kobanî dest pêkir

.

A+A-

Îro sêyemîn rûniştina dadgehê derbarê doza Bûyerên Kobanî de tê lidarxistin, ku têde tevî hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin.

Ji wan 108 kesên HDPyî, 28 kes ji wan dema çend salan e ku li zindanê ne.

Mahsunî Karaman, parêzerê Selahattin Demirtaş li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandiye, demjimêr 09:30 roja Duşemê 14ê Hezîrana 2021 sêyemîn rûniştina dadgeha doza Bûyerên Kobanî li 22mîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê li Enqerê birêve diçe.

Şaxa HDPê ya li Enqerê jî daxwaz ji xelkê û endam û alîgirên xwe kiriye,  weke piştgirî li pêşiya avahiya ku rûniştina dadgehê lê birêve diçe, kom bibin.

Di doza Bûyerên Kobanî de Serdozgerê Giştî yê Komarî yê Tirkiyê, ji bo 108 berpirs û endamên HDPê daxwaza 19 hezar û 680 sal zindanê dike û herwiha ji bo 38 kes ji tohmetbarên dozê jî daxwaza zindana heta hetayê dike.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hat kirin.

Duyemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya `bûyerên Kobanî` roja Sêşemê 18 û Pêncşemê 20 Gulana 2021 li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê ya li Enqerê birêve çûbû.

Bûyerên Kobanî ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014 de rû dan, weke hinceteke sereke bo daxistina HDPê jî amaje pê tê kirin. Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê ji bo girtina HDPê dubare îdianameyek amade kiriye.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin