Şewata daristanên li Mûşê berdewam e

Şewata daristanên li Mûşê berdewam e

.

A+A-

Şewata li daristanên Geliyê Bilûrê li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ku ew 7 roj in berdewam dike, heta niha ti hewldanek bo vemirandina wê şewatê nehate kirin.

Agirê ku 21ê Tîrmehê li Geliyê Bilûrê yê ser bi navçeya Gimgima Mûşê ve derketibû, berdewam dike.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber şewatê gelek dar şewitîne.

Tê gotin ku heta niha tu mudaxele bo şewatê nehatiye kirin, lê Serokê Daristanên Gimgimê ragihand ku tîmên peywendîdar xebatên vemirandinê dimeşînin.

Hevserokê Navçeya Qulpê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remzî Altin jî diyar kir ku bi hincetên ewlehiyê destûr nayê dayîn ku kes nêzîkî cihê şewatê bibe.

Heta niha jî sedema derketina agir nayê zanîn.

Herwiha ji aliyê Rêveberiya Agirvemirandinê, Rêveberiya Herêmê ya Daristanê û Walîtiya Mûşê ve jî di derbarê wî agirî de ti daxuyanî nehatine belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin