Şeşo: Hêzên Iraqî ji çiyayê Şingalê vekişiyan

Şeşo: Hêzên Iraqî ji çiyayê Şingalê vekişiyan

Fermandarê Pêşmerge yê li Şingalê Qasim Şeşo ragihand, hêzên Iraqî yên ku dora mezargeha Şerfedîn girtibûn, paş de vekişiyan.

A+A-

Fermandarê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, piştî ku hêzên PKKê hinek deverên Şingalê teslîmî hêzên Iraqî kirin, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî xwastin derbasî ser çiyayê Şingalê bibin û mezargeha Şerfedîn jî bigirin lê hêzên Pêşmerge pêşiya wan girtin.

Qasim Şeşo daye zanîn, hêzên Iraqî piştî ku dîtin Pêşmerge li ser parastina mezargehê rijd e, neçar man paş de vekişin.

Wî fermandeyê Pêşmerge daye xuyakirin ku ew ti carî nahêlin cihên pîroz yên êzîdiyan bikeve destê Heşda Şeibî û gotiye, divê Heşda Şeibî jî mîna PKKê ji Şingalê derkeve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin