Zurfî vedikişe û Kazimî tê raspardin

Çavkanîyek taybet ji Rûdawê re ragihand, di 24 demjimêrên bê de, Ednan Zurfî ji erka pêkanîna kabîneyê vedikişe û Mistefa Kazimî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê tê erkdarkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên çavkanîyek taybet, Ednan Zurfî dê ji erka pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê vekişe.

Her li gor wî çavkanîyê taybet, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, di heyama 24 demjimêran de, dê Mistefa Kazimî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar bike.

Ev yek piştî wê tê ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyanîyekê de ragihandibû Serokatîya Herêma Kurdistanê ji ber bawerîya bi aramî û seqamgîrîya sîyasî û ewlehîya Iraqê û amadebûn bo karê cidî, piştevanîya Mistefa Kazimî bo posta serokwezîrîya Iraqê dike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza piştevanîya hemû alîyan bo Kazimî û pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê jî dike û dibêje: “Em daxwaz ji hemû alîyan jî dikin, piştevanîyê bikin daku di zûtirîn dem de erkên pêkanîna hikûmetê temam bike.”

Herwiha piranîya alîyên Şîe li dijî Ednan Zurfî helwest wergirtine û herî dawî ragihandibûn ku ew piştgirîyê li kandîdkirina Mistefa Kazimî dikin.

Mistefa Kazimî, Serokê Dezgeha Istixbarata Iraqê ye û pêştir egera berbijêrkirina wî rastî nerazîbûn û dijatîya alîyên Şîe hatibû, lê niha helwesta partîyên Şîe yên Iraqê hatîye guhertin.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide
78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne