Zirarên êrîşên balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser Bendava Tişrînê tên eşkerekirin

.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê zirarên êrîşên balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser xelkê sivîl li nêzî Bendava Tişrînê eşkere dike.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro (Pêncşem, 16.01.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Balafirên şerî yên Tirkiyeyê li roja Çarşemê, 15.01.2025, karwanekî welatiyan kir armanc, dema ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçû, û bi hevahengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wê bendavê biparêzin.”

Wê desteyê ron jî kiriye, “Di encamê wan êrîşan de 19 kes birîndar bûn û çar kes jî hatin kuştin, ku karmendên wê desteyê jî di nav kuştî û birîndaran de hene.”

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê amaje jî da, “Ji bilî kuştin û birîndarbûna hejmareke welatiyan û karmendên wan, herwesa zirar gehiştiye pênc ambûlansan jî.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Pêncşem, 16.01.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Ev ji bo dema du rojan e balafirên şerî û dronên Tirkiyeyê nêzî Bendava Tişrînê dikin armanc, ku bûye sedema kuştina hejmareke welatiyên sivîl û gelek zirar gehiştine wê bendavê jî.”

Her di wê ragehandinê de hatiye, “Ev êrîş binpêkirinên eşkere yên qanûnên navdewletî û mirovî ne.” Amaje jî da, “Tirkiye bê çi rêgiriyên qanûnî û mirovî li ser kirina tawanan li dijî gelê Sûriyeyê berdewam e.”

HSD daxwazê ji Civaka Navdwletî jî dike ku, helwesteke mukom li beranberî van êrîşan hebe. Haydariyê jî li ser metirsiyên bêdengbûna li bernaberî wan komkujiyan didin ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, xasma jî li derdora Bendava Tişrînê.

K24

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e