Zîmanê Kurdî dîsa bû armanca êrişê

Li bajarê Çanakkaleya Tirkîyê welatiyê bi navê Ekrem Yaşlî yê 74 salî ji ber axavtina Kurdî rû bi rûyê êrişeke nijadperest bû û ji serê xwe ve hat birîndarkirin.

 

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Çanakkaleya Tirkîyê dema ku Ekrem Yaşlî yê 74 salî li Nexweşxaneya Zanîngeha 18ê Adarê ligel hevjîna xwe Bedrîye Yaşlî ya 71 salî bi Kurdî diaxive rastî êrişeke nijadperest dibe.

Nexweşxaneya Zanîngeha 18ê Adarê Ekrem Yaşlî dema bi hevjîna xwe ya bi tirkî nizane re bi kurdî axivîye, xizmê nexweşekî din ê 20 salî li heman nexweşxaneyê li hemberî axavtina Kurdî hers bûye û gotîye: "Ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye."

Kesê êrişker piştî van gotinan xwe bi şûşeyeke sodeyê Ekrem Yaşli dike û Yaşlî ji sere xwe birîndar dibe.

Yaşlî li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.

Hat zanîn ku Yaşli derbarê kesê êrişî wî kirîye de giliyên xwe li ba polîsên nexweşxaneyê kirîye û herwiha Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Çanakkaleyê derbarê bûyerê de hate agahdarkirin.

Berpirsên Şaxa ÎHDê ya Çanakkaleyê dîyar kirin ku ew dê di ware dadmendî de bûyerê bişopînin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir