Zilam rastî tundiyê tên

Serokê saziya Yekitiya Zilamên Kurdistanê dibêje, rojane herî kêm 10 zilam li Başûrê Kurdistanî rastî tundiyê dibin!

Serokê saziya Yekitiya Zilamên Kurdistanê dibêje, rojane herî kêm 10 zilam li Başûrê Kurdistanî rastî tundiyê dibin!

Serokê Yekitiya Zilamên Kurdistanê, Burhan Ferec gotiye, rewşa zilaman li Başûrê Kurdistanê gelekî xirab e û roj bi roj jî xirabtir dibe. Ji ber ku rojane herî kêm 10 zilam li ba wan giliya wê yekê dikin ku ji aliyê malbata xwe ve rastî tundiyê hatine!

Burhan Ferec her wiha gotiye, ev jî nîşan dide ku zilam jî mexdûrê tundiyê ye, tenê jin nîne ku di civaka kurdî de mexdûr tê dîtin. Mixabin di nav civakê de wisa hatiye zanîn ku zilam, zalim û serkutker e û tenê jin mexdûr û mezlûm e.

Serokê Yekitiya Zilamên Kurdistanê daye zanîn ku armanca damezirandina saziyê jî ew e ku wê têgeha xelet bidin guhertin û ji hemiyan re bêjin zilam jî mirov e û mafên wî hene û tên binpêkirin jî.

Burhan Ferec hinek mînakên sosret yên tundiya li dijî zilaman jî aniye ziman û gotiye, carekî zilamekî giliya wê yekê dikir ku jina wî jê re gotiye heta tu otomobîlekê ji min re nekirî ez bi te re ranazêm! Wê rewşê heta 7 mehan dom kiriye!

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist