Zerîf li Enqereyê got: Divê Artêşa Sûrîyê li tevahîya Sûrîyê bicih bibe

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Çarşemê 17ê Nîsanê li Enqerê civiyan û piştî hevdîtineke du alî beşdarî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de kirin.

Di destpêka vê konferansa rojnamevanî de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê de jî axivî û got, Tirkiye li dijî sepandina sizayên bi ser Îranê de ye û da xuyakirin, şandeke pilebilind a Tirkiyê li Amerîkayê ye û di hevdîtinên xwe de helwest û nêrîna Tirkiyê di vê derbarê de bi zelalî gihandine rêveberiya Amerîkayê.

Mevlut Çavuşoglu herwiha da xuyakirin, Tirkiye û Îran dê ji bo gihîştina bi rêjeya bazirganiya 30 milyar dolarî bi hev re kar bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî helwesta Tirkiyê ya li hember sizayên Amerîkayê yên bo ser Îranê bi erênî wesif kir û got: “Tirkiye li dijî sepandina gelek biryarên zordarî yên Amerîkayê yên li hember Îranê ye.”

Wezîrê Derve yê Îranê, derbarê Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê de jî peyam da û helwesta welatê xwe derbarê siyasetên Tirkiyê yên li hember rewşa Minbicê û herêmên rojhilatê Firatê diyar kir.

Zerîf li ser pirsa gelo hûn helwesta Tirkiyê ya derbarê Minbicê û rojhilatê Firatê de çawan dibînin, got ewlehiya Tirkiyê ji bo me giring e û wiha berdewam kir: “Em agahdarî nîgeraniyên Tirkiyê ne û li ser gef û metirisyan, em maf didin wan… Ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê, divê Artêşa Sûriye li ser tevahiya sînoran bicih bibe. Artêşa Sûriyê li ti deran rê nade rêxistinên terorî û gefên bo ser Tirkiyê.”

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da