Zerdeştîyên Kurdistanê li dijî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dozê vedikin

Ji ber belavbûna pêlavekê ku nexşa Zerdeştî li ser heye

Navenda Nûçeyan - Nûnera zerdeştîyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Ayînî ya Kurdistanê, Awat Husamedîn ragihand, ewê ji ber belavbûna pêlava ku nexşa Zerdeştî li ser hatîye çêkirin û li Kerkûk tê firotin, li dijî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê gilî bikin.

Ev çend roj in hinek wêne di sosyal medyayê de hatine belavkirin ku nîşan didin li bazar û dikanên bajarê Kerkûkê de curek pêlav tê firotin ku nexşa Zerdeştî li ser hatîye çêkirin.

Li ser vê yekê, nûnera zerdeştîyan li Wezareta Ewqaf ya Kurdistanê, Awat Husamedîn ji BasNewsê re got, ev yekê bi tundî şermezar dikin ji ber ku tiştekî wisa tê wateya bê hurmetî li ayîn û ola Zerdeştî. Qesta vê yekê têkdana aramîya Kurdistanê ye.

Awat Husamedîn her wiha got, em vê yekê qebûl nakin û emê li dijî parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî gilî bikin. Ji ber ku wî rê daye ew pêlav li Kerkûkê belav bibin û bên firotin. Haya wî ji her tiştî heye û divê hesabê vê yekê bide.

Wê berpirsa hikûmetê anî ziman ku ew pêlav bi qestî ji welatên derdorê hatine çêkirin û derbasî nav Kurdistanê hatine kirin da ku bi wî rengî aramîya Kurdistanê têk bidin.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da