Zêbarî: Li gor NYê bê Hewlêrê pirsa madeya 140 çareser nabe

Berpirsê lijneya bersivdana raportên navnetewî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, Netewên Yekbûyî (NY) geheştîye wê bawerîyê ku bê hikûmeta herêma Kurdistanê pirsgirêka madeya 140 çareser nabe.

Navenda Nûçeyan- Berpirsê lijneya bersivdana raportên navnetewî Dr. Dîndar Zêbarî ji BasNewsê re ragehand, madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê namire heta wê dema hemû bicîh tê û NY ji sala 2007ê ve daxwaza bicîhanîna destûrê dike.

Dîndar Zêbarî ragehand, encûmena asayîşa navnetewî ji sala 2007ê ve berdewam amaje bicîhanîna madeya 140 dike bo çareserîya rewşa navçeyê Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir, ku NY amadebûna xwe nîşan daye bo çareserîya pirsgirêkên wan navçeyan, lê Iraq ne amadeye li gel NYê pirsgirêkê çareser bike.

Li gor Zêbarî NY helwêstê xwe ragehandîye, ku bê beşdarbûn û nêrîna hikûmeta herêma Kurdistanê pirsgirêkên wan navçeyan çareser nabe.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye