Zanîngeha Johns Hopkins: Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 2500 Kesan Kuştin

Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 34,000 derbaz kirîye.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Îtalya 10,779 li Îspanya 6803 û li Hubei ya Çînê jî 3186 kes bi vîrusa korona mirine.

Ew zanîngeha dîyar dike ku vîrusa korona li Amerîka jî 2503 kes kuştine.

Ji nav eyaletên Amerîka, New York bi 966 mirîyên jiber vîrusa korona li rêza pêş e û li dû wê bi 204 mirîyan Washington tê.

Bi pirtir ji 140,000 pêketîyên vîrusa korona Amerîka li cîhanê di rêza yekê de ye.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li 
 Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Dengê Amerika

 

Siyaset Haberleri

Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir