Zafer Açar: Divê li hemû zanîngehên Bakurê Kurdistanê beşên Kurdî vebin

.

Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê Dr. Zafer Açar got, “Divê li hemû zanîngehên herêmê (Bakurê Kurdistanê) beşên Kurdî hebin.”

Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê Dr. Zafer Açar bû mêhvanê bernameya Nûrojê ya Rûdawê û bal kişand ser mijarên girîng.

Dr. Zafer Açar destnîşan kir ku gelek derçûyên Zanîngeha Çewlîgê yên master û doktorayê çêbûne lê hinek ji wan hatine tayînkirin û yên mayî di sektora taybet de dixebitin.

“Kesên ku qet bi Kurdî nizanin jî tên”

Zafer Açar diyar kir ku beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê di bin banê “Ziman û Edebiyata Rojhilat” de hatiye vekirin û av agahî dan:

"Li Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê waneyên wekî ziman û wêjeya Kurdî, çapemenî û lêkolîn tên xwendin.

Her wiha waneyên bi zaraveyên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmanciya Jêr (Soranî) jî hene.

Kesên ku qet bi zimanê Kurdî nizanin jî tên beşa Kurdî".

Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê eşkere kir ku ji sala 2018an ve 125-130 xwendekarên lîsansê  der çûne.

“Heq e e li hemû zanîngehên beşên Kurdî hebin”

Dr. Zafer Açar diyar kir ku divê li hemû zanîngehên bakurê welêt beşên Kurdî hebin û li pey çû:

“Xelk, saziyên Kurdî û akademîsyen dixwazin hejmara xwendekarên Kurdî bê zêdekirin û heq e li hemû zanîngehên herêmê (Bakurê Kurdistanê) beşên Kurdî hebin.”

Rûdaw 

Kurdistan Haberleri

Berken Bereh: Bêdewletî toqê naletê
Serok Barzanî: Divê hikûmeta Kurdistanê beriya hilbijartinên Îraqê bê avakirin
Rubio ji Sûdanî re got: Divê Heşdî Şebî demildest bê çek bibe
Komkujiya Kurdan dê li Afrîkaya Başûr bê gotûbêjkirin
Laş û bermahiyên Îsraîlê û yên Enfalê