Yûnanistan:Me ligel Tirkiyê dest bi danûstandinan kir

Berdevkê Hikûmeta Yûnanistanê Stelyo Petsas ragihand ku di navbera Atîna û Enqerê de "danûstandinên siyasî car din dest pê kir".

Stelyo Petsas diyar kir; piştî ku Tirkiyê keştiya lêgerînê ya Oruç Reîs ji herêmê vekişand, ji bo kêmkirina aloziya di navbera her du welatan de li rojhilatê Deryaya Spî, danûstandinên "rasterast" car din hatin destpêkirin.

Berdevkê Hikûmeta Yûnanistanê eşkere kir ku danûstandin di navbera nûnerên Serokwezîrê Yûnanistanêê Kiryakos Mitsotakis û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk tên, lê belê Petsas navên nûneran neda.

Stelyo Petsas destnîşan kir; mimkun e ku hevdîtineke rasterast di navbera Mitsotakis û Erdogan de di lûtkeya serokên Yekîtiya Ewropayê rojên 24-25ê Îlonê de çêbibe.

Ji ber ku Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî li gaz û çavkaniyên sirûştî digere, Yûnanistanê û Fransa û herwiha welatên Yekîtiya Ewropayê bertek nîşan didin.

Fransayê firoke û keştiyên xwe yên şer şandin herêmê û bi awayekî eşkere piştgiriya xwe bo Yûnanistanê nîşan da.

Keştiya lêgerîna gaz û çavkaniyên sirûştî Oruç Reîs roja yekşema borî, vegeriya Tirkiyê.

Krîza li rojhilatê Deryaya Spî, bi gefa sizadana li Tirkiyê, kete nav bernameya lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ku dê di 24-25ê Îlonê de li Brukselê were lidarxistin.

Kurdîstan Haberleri

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye