Yûnanistan, Îsraîl û Qibrisê li ser projeya "EastMed" li hev kirin

Lê proje dîsan ji astengîyên sîyasî û logistîkî bê par nîne, jiber ku yedeka samanên jêr deryayî li hewza derya naverast beşa jêrîn cîyê nakokî û duberîyane di nava Yunan û Qibris ji alîyekî û Tirkîyê ji alîyek din de.

Navenda Nûçeyan- Doh roja pêncşemê 02.01.2019an serokwezîrên hersê welatan yê Îsraîl, Yûnanistan û Qibrisê li paytexta Yûnanistanê li Atînayê civîyan da ku îmza xwe bavên ser projeya xetên borîyên gaza suriştî ku dê gaza jêravê li herêma başûrê rojhilatê Deryaspî bo parzemîna Ewrupa veguhêzin.

Xeta borîyên projeya EastMedê ku bi dirêjahîya 1900 km (1300 mîl) gaza siroştê ji herêma Deryaspî dê veguhêzên Ewrupa ku gelek hewcedarîya welatên Yekîtîya Ewrupa bi hêza enerjîyê heye, ku niha pêdivîyên xwe zêdetir ji Rûsya û herêma Qafqasîya bi giranî distîne.

Weke hatî plan kirin, xeta bûrîyên veguhastina gazê û enerjîyê dê gaza jêr erd ya li hewza derîya naverast ji rojhilatê Lubnanê heyî bo Qibris û grava Kirêt bi rêya deryayê bigîhînin Yûnanistanê û şûn de bi xeteka din ya bejahî bigîhînin rojavayê Yûnanistanê, paşê dê bi xeteka din ya jêr deryayî va bihête girêdan heta digihe Îtalyayê.

Tê texmîn kirin ku projeya bi buhayê 6 mîlyar dolaran dê nêzî 10% pêdvîyên welatên Yekîtîya Ewrupa ji gaza sirûştî bicî bîne.

Lê proje dîsan ji astengîyên sîyasî û logistîkî bê par nîne, jiber ku yedeka samanên jêr deryayî li hewza derya naverast beşa jêrîn cîyê nakokî û duberîyane di nava Yunan û Qibris ji alîyekî û Tirkîyê ji alîyek din de.

Basnews

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be