YNK li ser hevdîtina bi PDK'ê re: Erênî bû

.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar kir, hevdîtina wan a bi PDK’ê re erênî bû û li ser girîngiya hevtêgihiştina baş ji bo hevdîtinan li hev kirin.

Şanda danûstandinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro şemiyê piştî nîvro li bajarê Silêmaniyê civiyan.

Polîtburoya YNKê di daxuyaniyekê de ragihand, civîn di atmosfereke erênî de derbas bû. Wan qonaxa piştî helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û îmkan û amadekariyên çawaniya karkirina bi awayekî ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her du şandên danûstandinan amadebûna xwe ji bo berdewamkirina hevdîtinên xwe ligel hemû aliyên din ên Kurdistanî nîşan dan.”

Derbarê yekemîn civîna Parlamentoya Kurdistanê ku biryar e roja 02-12-2024 were lidarxistin, Polîtburoya ya YNKê ragihand, wan li ser giringiya hevtêgihiştina baş ji pêkanîna civînan li hev kirine.

K24

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin