YNK endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatîyê hildibijêre

Di sêyemîn roja kongreya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, 118 endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatîya YNKê tên hilbijartin.

Navenda Nûçeyan- Peyamnêrê K24ê li Silêmanîyê da zanîn, îro di kongreya YNKê de endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatîyê tên hilbijartin, biryar e bîseke din hilbijartin destpê bike û dengdan bi çavdêrîya 2 dadweran birêve diçe.

Hejmara endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatîya YNKê 121 endam in, lê ji roja yekem a kongreyê ve Berhem Salih, Qubad Talebanî û Rêwaz Faiq ji ber ku postên wan ên bilind li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene, bi piranîya dengan wek endamên Encûmena Giştî hatibûn destnîşankirin, îro jî 118 endamên din ên wê encûmenê tên hilbijartin.

Piştî hilbijartina Encûmena Giştî ya Serkirdatîyê, ji nava wê encûmenê posta yekem û cîgir û postên din yekalî dibin û li gor zanyarîyan, Berhem Salih bihêztirîn kandîdê posta Serokê YNKê ye.

Roja 21. 12. 2019an kongreya çaremîn a YNKê dest bi karên xwe kir, di roja yekem de Encûmena Bilind a Sîyasî bi Serokatîya Kusret Resûl hatibû hilbijartin, roja duyem jî peyrewa navxwe ya partîyê bi piranîya dengan hat pesendkirin, li gor zanyarîyên peyamnêrê K24ê jî, îro dawî roja birêveçûna kongreya YNKê ye.

 

K24

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir