YEWKURD: Divê rojnameger û nivîskar bilez bên berdan

.

Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD)ê li ser desteserkirina nivîskar, rojnameger û weşangeran daxuyanî belav kir diyar kir kir ku divê hemû rojnameger û nivîskar bên berdan.

YewKurdê di daxuyaniyê de got:

“Ji raya giştî re, ji xwendin û nivisandin û pirtûkan netirsin. Ji ber ku pirtûk berê we didin ronahiyê, ji ber ku pirtûk berê we didin wekhevî û azadî û serxwebûnê...

Vê sibê bi ser gelek malan da hate girtin û gelek kes hatin desteserkirin.

Di nava kesên hatine desteserkirin de endamê rêveberiya YEWKURDê Bawer Berşev, nivîskar Hicri Îzgoren, nivîskar û rojnameger Roza Metîna, nivîskar û helbestvan Siyabend Demir, rojnameger Suzan Demir, Erdogan Alayumat, Tugçe Yilmaz, Ardin Diren û karikaturîst Dogan Guzel û gelek kedkar û xebatkarên çand û zimanê Kurdî hene.

Em wekî YEWKURDê vê biserdagirtin û binçavkirinan rast nabînin, şermezar dikin û ji bo ramana azad û xebatên rojnamegerî û weşangeriyê xeternak dibînin.

Divê rojnameger û nivîskar bêne berdan.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro diyar kir ku li 30 bajarên Tirkiye û Bakurê di encama biserdegirtina malan de 231 kes hatine desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê