Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê piştgiriyê li daxwazên xwendekaran dike

.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê daxwazê ji dezgehên asayişa navxwe ya li Silêmaniyê dike, bi berpirsyane û dûrî tundûtûjiyê serederiyê bikin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê di daxuyaniyekê de piştgirî li daxwazên xwendekarên zanîngeh û peymangehan kir û daxwaz kir, dezgehên asayişa navxwe li Silêmaniyê bi berpirsiyane û dûrî tundûtûjiyê serederiyê bikin û erkê xwe yên parastina xwendekaran bi cih bînin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de hat, di du rojên borî de beşek ji xwendekarên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê ji bo daxwaza dermaleya xwendekaran xwe pêşan didin.

Diyar kir jî, “Mixabin, di beşek ji xwepêşandanan de, alozî derket û di encamê de çend xwendekar birîndar bûn. Em di Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de, bi ronî helwesta xwe di çend xalan de diyar dikin:

- Piştevaniyê li tevahiya maf û daxwazên xwendekarên zanîngeh û peymangehan ya dermaleyê dikin, ji ber ku qeyrana darayî bandoreke mezin li ser rewşa jiyana xwendekaran kiriye.

- Daxwazê ji dezgehên asayişa navxwe ya li Silêmaniyê dikin, bi berpirsyane û dûrî tundûtûjiyê serederiyê bikin û erkê xwe yê parastina xwendekaran bi cih bînin.

- Em ji xwendekaran dixwazin ku daxwazên xwe bi ewlehî û dûrî her kiryareke nexwastî, daxwazên xwe nîşan bidin.

- Tevî têgihîştina me ji rewşa darayî ya dijwar a ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dirust bûye, ji aliyekî ve neşandina budce û mafên darayî ji Bexdayê ve û ji aliyekî din ve bi sedema ew qeyrana darayî ya cîhanî ya ji ber Koronayê dirust bûye, em daxwazê ji hikûmetê dikin, li gor karîna xwe ya darayî, biryara pêwîst derbarê daxwaza xwendekaran de bide.

Di dawiyê de, xwendekarên Kurdistanê piştrast dikin ku Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê her dem li sengerê berevaniya li mafên xwendekaran e û qebûl nake zêdegavî li xwendekaran bê kirin.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin