Yekîtîya Ewrûpa bang li Tirkî kir: Derkeve!

Parlamentera Yekîtîya Ewrûpa Evin Incir, ya Sosyaldemokrat dibêje hemû partîyên di Parlamentoya Ewrûpa de li dijî dagirkerya Tirkîyê ne

 

Navenda Nûçeyan- Doh parlamentoya Yekîtîya Ewrûpa êrîşa Tirkî ya bakurê Sûrîyê weke dagirkerî bi nav kir û bang li Tirkîyê kir ku demildest ji Sûrî derkeve.

Parlamentera Yekîtîya Ewrûpa Evin Incir, ya Sosyaldemokrat dibêje hemû partîyên di Parlamentoya Ewrûpa de li dijî dagirkerya Tirkîyê ne:

Parlamentoya Yekîtîya Ewrûpa di banga xwe de dibêje ewa Tirkî lê digere ne herêma ewle, lê herêma şer e û tê dîyarkirin ku herêma ewle gereke ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve were parastin.

Parlamento ji komîsyonê dixwaze ku eger Tirkî di demeke nêzîk de ji bakurê Sûrîyê dernekeve çûnûhatina desthilatdarên Tirkî were qedexe kirin û di nav kesên ku rêwîtiya wan ya Ewrûpa dikare were qedexe kirin de Erdogan jî heye.

Lê ji bo ku ev banga parlamentoya Ewrûpa bibe biryar divê dewletên endam jî wê qebûl bikin û Incir dibêje îhtimala ku ew derbas bibe mezin e.

Û ne gelekî piştî vê bangê Wezareta Derve ya Tirkî bi daxuyanîyekê bersiva YE da û got: Biryareke bi vî rengî ya wan dezgehên ku tim terorîstan vedixwînin parlamentoya xwe em ecêbmayî nehiştine. Yanî di daxuyanîya xwe ya pêşî de Tirkî bangê red dike.

Evin Incir dibêje parlamentoya Yekîtîya Ewrûpa hesabê vê yekê jî kirîye û eger Tirkî guh nede bangê peymana bazirganîyê ya bi Tirkî re dikare were betal kirin.

Ji bo guhdarkirina vê nûçeyê bitikînin.

Çavkanî: Sveriges Radio

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir