Yekîtîya Ewropayê hişyarî da Tirkîyê

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê, Josep Borrell ragihand, Yekîtîya Ewropa daxwaz ji Tirkîyê kirîye biryara xwe ya derbarê Ayasofya de biguherîne.

Îro roja duşemê 13.07.2020an Josep Borrell di konfernaseke rojnamevanî de derbarê nakokî û alozîyên navbera hin welatên endamê Yekîtîya Ewropayê û Tirkîyê li Deryaspî û rewşa Lîbyayê û herwiha biryara Dadgeha Bilind a Tirkîyê ya derbarê Ayasofya de axivî.

Borrel amaje bi sîyaset û pêngavên Tirkîyê yên li Deryaspî kir û ew pêngav weke kiryarên yekalî yên Tirkîyê bi nav kir û  da zanîn kiryarên yekalî yên Tirkîyê yên li Deryaspî gef in bo ser asayişa hin welatan.

Borrell daxwaz ji Tirkîyê kir ku helwêsta xwe biguhere aşkere kir em hêvîdar in ku me peywendîyek baş li gel Tirkîyê hebe.

Herwiha Borrell derbarê biryara Tirkîyê ya Ayasofya de jî da xuyakirin, wan ji ber wê biryarê dilgiranîya xwe gihandîye Tirkîyê û daxwaz ji Tirkîyê kirîye ku biryara xwe ya derbarê Ayasofya de biguhere.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin