Yekîtiya Ewropayê: Em dikarin alîkarî bikin ji bo dubare avakirina Sûriyeyeke nû  

.

Di rûniştina Parlamentoya Ewropayê ya taybet bi krîza Sûriyê de, Komîserê Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell axivî û got, beriya destpêkirina qonaxa “veguhastina siyasî” li Sûriyê, ew cezayên li ser Sûriyê ranakin.

Borrell da zanîn: “Ez ê roja 25ê Adarê hevserokê kongreya 5 a derbarê pêşeroja Sûriyê de bim. Divê em ji Nûnerê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen re tekez bikin ku em piştevaniya dîtina çareseriyeke siyasî Ii gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) bikin û divê proseya siyasî ligel destûreke nû û hilbijartinên azad bi pêş ve here.”

Borrell destnîşan kir: “Em dikarin alîkarî bikin ji bo dubare avakirina Sûriyeyeke nû. Em amade ne piştgiriya xwe bidin, lê karkirina bi awayekî asayî ne bijardeya me ye. Divê lêpirsînên li ser dosyayên kesên wendayî bi mekanîzmaya navneteweyî werin meşandin."

Herwiha eşkere kir: "Divê em bi berdewamî fişarê bikin. Asayîkirin, rakirina cezayan û piştgiriya ji bo dubare avakirinê, beriya derbasbûna ji bo qonaxa veguhastina siyasî pêk nayê. Peyama konferansa Brukselê dê ev be."

Herî dawî Josep Borrell, rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed tohmetbar kir ku astengiyan datîne pêş hemû danûstandinan û diyar kir: “Proseya siyasî ya bi piştevaniya Netewên Yekgirtî tên kirin, ji bo hilbijatinên demokratîk bên encamdan, rêjîma Sûriyê bi van çareseriyan re alîkar nabe.”

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest