Yekîtiya Ewropa danîna dorpêçiyên li ser Enqerê gotûbêj dike

Wezîrê Derve yê Fransayê da xuyakirirn, rojeva civîna Konseya Ewropa ya meha Îlonê Tirkiye ye û ewê danîna dorpêçiyan li ser Enqerê gotûbêj bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Le Drian da xuyakirin, serokwezîr û serokên hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dê 24-25 Îlonê bicivin. Rojeva civînê taybet li ser Tirkiyê û aloziya li deryaya Sipî dibe û ewê danîna dorpêçiyan li ser Enqerê gotûbêj bikin.

Le Drian got, wan di bi wezîrên derveyên yê Yekîtiya Ewropa re di civîna Berlînê ya berî çend rojan de, dosyeya Tirkiye amade kirine û dê dorpêçiyên guncaw bikar bînin.

Le Drian derbarê çawaniya dorpêçiyan de agahî nedan û got, ew bêçare nîn in û Serokomarê Tirkiyê jî vê baş dizane û da xuyakirin, Erdogan bi armanca veşartina krîza aboriyê, di nav civakê de hestên netewperestiyê û îslamiyê bilind dike.

Demek e aloziyên mezin di pêwendiyên dewletên Yekîtiya Ewropayê û bi taybet Fransa û Tirkiyê de li ser pirsa Lîbya, pirsa koçberan û lêgerîna li gazê li deryaya Sipî derketiye.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye