Yekemîn kovara hiqûqê ya bi Kurdî 'Dadistan' derket

.

Bi piştgiriya Baroya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hejmara yekemîn a kovara hiqûqê ya bi Kurdî bi navê Dadistan hat çapkirin û roja 13ê Çileya 2022an bi dosyeya "Destpêka Hiqûqê" derket.

Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got: “Hejmara yekemîn ya Kovara hiqûqê a bi Kurdî Dadistan ku bi alîkariya baroya me hatiye amadekirin hat çapkirin. Em bo hemû hevkarên xwe yên hiqûqnas ku ked dane spas dikin.”

Kovara Dadistanê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye: “Dadistan qada gotar û nivîsarên zanistî yên li ser mijarên hiqûqî û ji bo haydarkirina xwînerên kurd ji bûyer û geşedanên hiqûqî ye. Biryarên hiqûqî yên dadgehên navxweyî û navneteweyî, avakirina bingeheke wêjeyî ji bo nîqaşên hiqûqî û danasîna hiqûqnasên kurd e.”

Kovara Dadistan dê ji her 4 mehan carekê bê çapkirin.

Di hejmara yekemîn a Kovara Daristan de, ev mijar hene:

DOSYE: Destpêka Hiqûqê

1.Danasîna Şaxên Hiqûqê; Hiqûqa Sizayî; Sabîr EBDULAHÎZAD

2. Bûyer, Kiryar û Kirinên Hiqûqî; Prz. Cemil ÇELİK

3. Hiyarerşiya Qayideyan; Prz. M. Nurullah BOZTAŞ

4. Çend rêbazên Mantiqê Yên Karîger Di Şîrovekirina Rêzikên Hiqûqî da; Ekrem KOÇBAŞI

5. Jêderkên Hiqûqê; Prz. Sezgîn DÎNÇ

6. Maf û Dad: Prz.  Rênas XENDEKÎ

7. Sepîna qaydeyên hiqûqî ji aliyê cî, dem û mijarê ve-II: Prz. Hüseyin İNAL

8. Danasîn; Ferhenga Newrozê

Felsefeya Hiqûqê

Li Gor Nêrînên Foucault Veguherîna Sîstema Cezayê û Avakirina Girtîgehan/ Murad DILDAR                                     

Analîzek Di Nêrînên Arendt û Habermas de Li Ser Bêîtaetiya Sivîl/Hisên ÇATIKKAŞ

Sosyolojiya Hiqûqê

Civakîbûna Hiqûqê/Hiqûqîbûna Civakê/ Mustafa ZENGÎN

Hezar Dadistan û Yek Aşdad–II/Brahîm QIJIKAREŞ

Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat/Prz. Veysel VESEK

Awuqat, Pawitox  (Parêzer) Yan Wekîl ?/AW. Mehmet Selîm SERT

“Prekarya” “Homo Sacer” û Kurdî/Antropolog Welat RAMÎNAZADÛ

 Hevpeyvîn: Rojhat DİLSİZ/Serokê Baroya Şirnexê

Jiyan-Name

Serdar Ezîz Xoşnavî

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin