Yekemîn hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê 30 sal berê hat kirin

.

 Yekemîn hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê 30 sal berê hat kirin.

Îro 19ê Gulanê û 30yemîn salvegera hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku yekemîn hilbijartinên parlementoyê li Herêma Kurdistanê roja 19ê Gulana 1992 hat kirin.

Di destpêkê de navê Parlamentoya Kurdistanê Encumena Niştimanî ya Kurdistanê bû û di sala 2009an de bi fermî bû Parlamentoya Kurdistanê.

Herwiha piştî hilbijartinên 19ê Gulana 1992yan, yekemîn Hikûmeta Kurdistanê jî hat pêkanîn.

Ji wê çaxê ve heta niha 5 hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin