Yekemîn festîvala navnetewî ya fîlmên kurdî li Moskowayê birêve diçe

.

 Bi hevkariya Dezgeha K24 ya Ragihandin û Lêkolînan, Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowa paytexta Rûsyayê birêve diçe.

Rêvebera Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowê diyar dike ku ji ber sedemên vîrusa Koronayê (Covid-19) mêvanên ji Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji beşdarbûna festîvalê bêpar man.

Herwiha destnîşan kir ku di bernameya festîvalê de 35 fîlm hene, ji wan 15 fîlmên dirêj û 20 fîlmên kurt.

Rêzan Yeşîlbaş bi fîlma "Bêdeng" beşdarî vê festîvalê bûye û dibêje; heta niha zêdetirî 100 xelat bi dest xistine.”

Yeşîlbaş ji K24ê re diyar kir: “Navê fîlma min Bêdeng e, 15 deqqe ye, li ser zindana Diyarbekirê ye, min deh sal berê ev fîlm qedand.”

Roja yekem a festîvalê fîlma "Keçên Rojê" hat pêşandan.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê