Yekemîn dîbeyta Trump û Biden bi gotinên tund destpê kir

Yekemîn dîbeyta serokatiyê di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û berbijêrê Demokratan Joe Biden birêve çû, dîbeytê bi gotinên tund di navbera herdû berbijêran de destpê kir.

Li bajarê Cleveland ser bi wilayeta Ohayo ya Amerîkayê , yekemîn dîbeyta hilbijartinîn serokatiya Amerîka di navbera berbijêrê Komariyan Donald Trump û berbijêrê Demokratan Joe Biden de birêve çû, têde behsa çend mijarên siyasî, aborî û civkaî hat kirin.

Dîbeyta di navbera Donald Trump û Joe Biden de bi babeta destnîşankirina Emmy Baret bo endamtiya Dadgeha Bilind destpê kir û piştre behsa bernameya Obama Care  hat kirin û piştre jî behsa korona kirin.

Her yek ji Trump û Biden hewl didan aliyê din bibire heya gihişte wê radeya ku Biden serokê Amerîka bi derewan tometbar kir û daxwaz jê kir ku bêdeng bibe.

Di destpêka dîbeytê de ku Biden bi rêya wesfkirina Trump bi derewvan, hewl da baweriya Amerîkiyan bi Trump lawaz bike.

Piştî çend xulekan dema ku Biden behsa jîrbûn û zîrekiyê kir, Trump bersiva wî da û got, ti peywendiya te bi jîrbûnê ve nîne.

Berbijêrê Demokratan bo postê serokatiya Amerîkayê Joe Biden got: “Rastî ew e, her tişta ku ew dibêje derew e. Ez nehatime derewên wî aşkere bikim, her kesek dizane ew derewvan e.”

Vîrusa korona û rêvebririna wê mijareke din a dîbeytê bû. Biden serokê Amerîka bi mirina zêdetir ji 200 hezar kes berpirs dibîne.

Trump jî bi tundî bersiva Biden da û got: “Eger me guh daba te, dê welatê me vekirî maba û bi milyonan kes miriba ne 200 hezar kes. Mirina yek kesî jî gelek e, ev şaşiya Çînê ye, nedibû rê bê dayîn ev yek çêbibe. Wan nehişt xelk biçe welatê wan lê ev şaşiya Çînê ye, Eger behs amaran dikî, tu nizanî çend kes li Amerîka mirin, tu nizanî çend kes li Rûsya mirin, tu nizanî çend kes li Hindistan mirin, zanibe ku ew amarên rast aşkere nakin.”

Di serdema Obama de, gerentiya tendirustî bo beşek ji hejarên Amerîka hat peydakirin. Biden dibêje, Trump sedema jidestdana gerentiya tendirustî ya milyonan xelkê Amerîka ye.

Joe Biden jî wiha axivî: “Gelo hûn dizanin ev galteçî çi dike? Ezê ji we re bêjim çi dike? Ew tiştekî nake ku di berjewendiya xelkê de be. Ji ber ku di rastiyê de bi sedema wî, ev krîza aborî çêbûye. Ew bûye sedem ku 10 milyon kes gerentiya tendirustiya xwe ji aliyê xwediyên kar ve ji dest bidin. Ev ya yekem bû, duyem  20 milyon kes sûdê ji bernameya Obama Care werdigirin. Ew dixwaze vê yekê nehêle. Ew li çavê we nanere da ku ji we re bêje bi niyetê çi bike. Dibe ku nizanbe çawa çak bike yan jî qet planekî wî nebûye û pêşkêş nekiriye.”

Mijarên dîbeytê Ji babetên tendirustî bo dengdana bi rêya postan hat guhertin. Di demekê de ku Biden piştevaniya proseyê kir, Trump bi sedemek bo sextekariyê bi nav kir.

Derbarê vê mijarê de Trump got: “Saxtekariyek tê kirin ku di jiyana xwe de ne dîtiye. Tiştekî din ew e, xweş e di 3 Mijdarê de, tu li hilbijartinan binere û bibîne kî serdikeve. Ez di wê baweriyê de me halê me di hilbijartinan baş dibe. Ji ber ku xelk gelekî bi wî karê ku me kiriye dilxweş in. Em encamê nizanin, dibe ku encamên hilbijartinan bo çend mehan nebînin. Ji ber kerta dengdanê li hemû cihekî belav dibe.”

Ji xeynî vê dîbeytê, sê dîbeytên din mane, du taybet in bi Trump û Biden û yek jî taybet bo cîgirên herdû berbijêran, berî birêveçûna hilbijartinana di meha 11ya îsal de tê rêkxistin

Ev yekemîn dîbeyta di navbera Trump û Biden de bû. Biryar e herdû dîbeytên din yê mayî rojên 15 û 22 meha bê li bajarê Miamî li Florida û li Nashville li wilayeta Tennesse birêve biçin.

 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin