Yekem car e keçeke Kirîstiyanî li Zaxo dibe Seroka Şaredariyekê

.

Mardîn Hîkmet 7 sal in di postên cuda de kar kiriye û niha jî li qezaya Rizgarî ji bo posta Seroka Şaredariya Îbrahîm Xelîl hatiye destnîşankirin.

Ji bo cara yekem, keçek li Zaxo dibe seroka şarederiyekê. Ew keç bi navê Mardîn Hîkmet e, ji pêkhateya Krîstiyanî ya Kildanî ye û endezyar e.

Mardîn Hîkmet 7 sal in di postên cuda de kar kiriye û niha jî li qezaya Rizgarî ji bo posta Seroka Şaredariya Îbrahîm Xelîl hatiye destnîşankirin.

Mardîn Hîkmet ji K24ê re ragihand, “Ez ji krîstiyanên gundê ji gundê Pêşxabûr in. Min endezyariya şaristanî li zankoya Duhokê xwendiye, niha jî li şaredariya Îbrahîm Xelîl min dest bi kar kir"

Wek pêkvejiyana hemû netewe û olan li Zaxoyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dayîna postên hikûmetê li sînorê Zaxo de, ti cûdahiyê naxistiye navbera pêkhateyan de.

Qeymeqamê Zaxo Botan Muhsên ji K24ê re got: “Em wek Hikûmetê, ti carî me cudahî nexistiya navbera pêkhatiyan. Wek mînak, Seroka Şaredariya Rizgarî, hem keç e û hem Kirîstiyanî ye. Rêveberê Elektirîka Zaxo Ermen e, Rêvebera Banka Hêzil jî Ermen e û Serokê Şaredariya Bêrsivê jî Kirîstiyanî ye.”

Zaxo wek nimûneya pêkvehiyana olan tê zanîn, xelkê Misliman, Kirîstiyan, Êzidî, Kildan, Siryan, Aşûr û Ermen bi hev re dîjin û hemû wek hev mafên wan parastî ne.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike