Xwîşka Selahedîn Demîrtaş: Jîyana birayê min di metirsîyê de ye

Xwîşka Selahedîn Demîrtaş, ragihand ku birayê wê li girtîgehê bo demeke dirêj ji ber ku bêhn wernegirtîye, ji ser hişên xwe çûye û lê tevî wê yekê jî ji bo nexweşxaneyê nehatîye veguhastin û metirsî li ser jîyana wî heye.

Navenda Nûçeyan- Aygul Demîrtaş,  xwîşka Selahedîn Demîrtaş derbarê rewşa tenduristîya birayê xwe de li ser Twîtterê daxuyanîyek belav kir.

Aygul Demîrtaş ku di heman demê de parêzera wî ye, ragihand ku birayê wê Selahedîn Demîrtaş roja 26ê Mijdarê, derdora demjimêr 05.30an ji ber sedemên bêhntengbûn û wernegirtina henaseyê, ji ser hişên xwe çûye û demeke dirêj bi wî awayî maye.

Xwîşk û parêzera Demîrtaş ragihand ku yekem midaxele ji alîyê Abdullah Zeydan ve hatîye kirin û got, “Piştre ambulans hatîye xwestin û tenê EKG hatîye kirin.” Aygul Demîrtaş dîyar kir, pîzişkê girtîgehê jî daxwaz kirîye ku Demîrtaş bo beşên kardîyolojî, norolojî û gastroenterelojîyê bê veguhastin. Aygul Demîrtaş dibêje ku wan jî daxwaza rakirina wî bo nexweşxaneyê kirine û dîyar dike, “Lê tevî ku 7 roj jî derbas bûne ji bo nexweşxaneyê nehatîye veguhastin. Tevî vê nexweşîya metirsîdar jî, ranekirina wî bo nexweşxaneyê tê wateya ku jîyana wî di bin rîskê de tê hiştin.”

Xwîşka Selahedîn Demîrtaş di dewama daxuyanîya xwe de dibêje, “Dîlgirtina birayê min tê xwestin bê veguherandin bo destwerdaneke li ser jîyana wî. Em naxwazin fikra neyînîyeke biçûk jî li ser jîyana wî bikin û berpirsyarên wê yekê jî nikarin ji bin derkevin. Em rewşê ji nêzîk ve dişopînin.”

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da