Xwepêşanderan agir berdan konsolxaneya Îranê

Li bajarê Necef ê Iraqê, xwepêşanderan agir berdan konsolxaneya Îranê. Li Bexdayê jî 2 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Li parêzgehên Iraqê xwepêşandan berdewam in. Li Necefê ku dikeve başurê Iraqê xwepêşander li ber konsolxaneya Îranê kom û agir berdan avahîya konsolxaneyê.

Li gor medya xwecihî, di encama êriş û hewldanên hêzên emnî yên bo belavkirina xwepêşandanan de 80 kes birîndar bûn û piştî ku bûyer belav bûn, Fermandarîya Operasyonan a Necefê bi daxuyanîyekê aşkere kir ku li tevahîya wî bajarî qedexeya çûnûhatinê hatîye ragihandin û nehat dîyarkirin ka ew qedexe wê heta kengî berdewam be.

Jibilî Necefê li Bexdayê jî xwepêşandan berdewam bûn û li gor zanyarîyan, li wî bajarî jî di navbera hêzên emnî yên Iraqê û xwepêşandanan de alozîyan rû dan û di encam de 2 kes hatin kuştin û hejmareke xelkê sivîl jî birîndar bûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist