Xwepêşander, namzedê serokê hikûmeta nû yê Iraqê red dikin

Xwepêşanderên Iraqê bi rêya hoparlo ve namzedê serokatîya hikûmeta nû ya Iraqê red dikin.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên berdest, alîyên sîyasî yên Iraqê rêkeftine li ser erkdar kirina Mihemed Şîya Sudanî wek serokwezîrê nû yê Iraqê di cîha Adil Ebdulmehdî de.

Şeva borî 13.12.2019ê xwepêşanderên Bexda, Besra û Babilê birêya hoparloyan ve dijatîya xwe ragehandin li hember erkdar kirina Mihemed Şîya Sudanî wek serokwezîrê Iraqê.

Li gor xwepêşanderan nabe partîyên sîyasî serokê nû yê hikûmetê dîyar bikin, ji ber ‘’Hemû ew kesên ku partîyan heta naha dîyar kirine, derveyî wêrankarîyê ti tiştek bo Iraqê nekirine.’’

Sudanî rêveberekî Partîya Dewa Iraqî ye, ku Nûrî Malikî serokatîya wê dike û piştî hilweşandina rejîma Beis a sala 2003êyê gelek peywirên bilind ên welat wergirtîye.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist